Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK: Daxuyaniyên rayedarên PDK’ê planek bi meqsede

Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê, destnîşan kir ku hemû dane û vegotinên şahidan nîşan didin ku êrîşa ser kampa Qadiye ya Êzidiyan ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin, lê rayedarên PDK’ê hewl didin bûyerê bixin stuyê Tevgera Azadiyê û provokasyonan bikin. KCK’ê diyar kir ku ev planek bi meqsed e û banga nîşandana helwesta dijî rayedarên PDK’ê li gelê Kurd kir.

Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK’ê, têkildarî êrîşa ku duh li ser kampa Qadiya ya Zaxo ku gelê Êzidî lê dimîne, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di dîroka 30.08.2021’an saetên derengiya şevê de, li Kampa Qadiya ya li navçeya Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê teqînek rû daye. Li vê kampê gelê me yê Êzidî ku ji ber komkujiya DAIŞ’ê ya li ser Şengalê pêk anîbûn, xwe spartinê, dimîne. Di encama teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest daye û gelek însanên me jî birîndar bûne. Em ji bo kesên ku bûyera Qadiye de jiyana xwe ji dest daye, ji Xweda rehmet û ji bo birîndaran jî şifa dixwazin û diyar dikin ku em li cem gelê xwe yê kampê ne.

Hemû vegotinên şahidên bûyerê û şeklê teqînê nîşan didin ku bûyer di encama êrîşa dewleta Tirk de pêk hatiye. Lê belê, hîn ku rastiya bûyerê zelal nebûye jî, hinek rayedarên herêmî yên girêdayî PDK’ê û rêveberên PDK’î yên li kampê, hewl dane ku bûyerê bixin stuyê PKK’ê û provokasyonê bikin.

Ev nêzîkahî û provokasyonên rayedarên PDK’ê vê rastiyê nîşan didin; Ev helwest, nêzîkahî û sekinek ku îdîa dike ev bûyer ji êrîşên dewleta Tirk a herdem pêk tîne nîne, heta dixwazin dewleta Tirk û êrîşên wê yên qirker ên li ser gelê me pak nîşan bidin.

Rayedarên PDK’ê ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên di 16-17’ê Tebaxê de li sûka Şengalê û nexweşxaneyê pêk anîbûn, dengê xwe dernaxînin, di bûyera Qadiya de, hîn ku neçûne cihê bûyerê jî, tevgera me tawanbar dikin. Em van nêzîkahiyan şermezar dikin û wisa difikirin ku ev planek bi meqsed e.

‘Dest ji lîstikên qirêj berdin’

Êrîşa Qadiye piştî lutkeya Iraqê û ziyareta Serokomarê Fransa Macron pêk hatiye, tam di vê demê de jî rayedarên PDK’ê bi lezûbez hewl dane bûyerê bavêjin ser stuyê tevgera me. Ev hemû qenaetek wisa derdixîne holê ku beriya bûyerê haya wan ji tiştekî wiha hebûye.

Bi vê minasebetê em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî van pêşdarazî û daxuyaniyên provokatîf helwest nîşan bidin û rayedarên PDK’ê şermezar bikin.

Em wekî tevgera azadiyê, wekî berê niha jî destek didin ku gelê me yê Êzidî vegere Şengalê û warê xwe jinû ve ava bike. Ji bo vê yekê jî hemû derfetên xwe seferber dikin.

Banga helwestê

Vê bûyerê nîşan daye ku êdî tiştek jêvengere e ku gelê Şengalê li ser xaka xwe, xwe birêve bibe û biparêz e. Bi vê minasebetê, di serî de li Hikûmeta Iraqê, em bang li PDK, hêzên navnetewî dikin ku dest ji lîstinên qirêj ên liser gelê me yê Êzidî berdin. Em bang li raya giştî ya cîhanê jî dikin ku destek bidin daxwazên gelê me yê Êzidî yên rewa, mafdar, xwerêvebirin û parastinê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button