Desteya Rêveber a Şengalê: Vegerin ser xaka xwe

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyekê bang li hemû Êzidiyên li nav kampan de kir da ku vegerin ser xaka xwe û bi hevre Şengalek azad ava bikin.

Desteya Rêveber a Şengalê li ser rewşa Iraqê ku herî dawî 28’ê Tebaxê komcivînek bi beşdariya gelek welatan pêk hat û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de işaret bi guhertinên li herêmê, bi taybetî jî yên li Iraqê hate kirin û komcivîna 28’ê Tebaxê ya li Iraqê ya bi beşdariya welatên derdorê hate lidarxistin, hate bibîrxistin.

Desteyê diyar kir ku komcivîn li ser mijarên misogerkirina ewlekarî, aramiya siyasî, bazirganî û civakî ya Iraqê hatibe kirin jî ew nabînin ku pirsgirêkên heyî bên çareserkirin û bal kişand ser bêdengiya li hemberî bêrêziya dewleta Tirk a dagirker.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, civaka Êzidî ku di sedsala 21’ê de herî zêde qirkirin û êriş lê hate kirin û cih û warê wan hatiye wêrankirin, di civînê de zêde nebûne rojev û hate gotin, “Lê em nirxandinên Birêz Macron girîng dibînin û rêzê didin. Tevî vê yekê jî Macron soz dabû ku serdana civaka Êzidî li Şengalê bike. Em dipirsin, gelo ev protokol çima hate guhertin?”

Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ew bi guman in ku hikumetên Bexda û Hewlêrê li pêşiya serdana Macron a li Şengalê bûne asteng û wiha dewam kir:

“Her kes zane ku Şengal ji ber çi nayê avakirin û kî rê li ber vegera koçberan digire. Ev yek di axaftina Birêz Macron de jî hatibû diyarkirin. Lê belê ev axaftin divê tenê di daxuyaniyê de nemîne, divê bikeve pratîkê. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya êrişan Şengalê ji Êzidiyan vala bike. Mafê Êzidiyan tenê bi axaftinê misoger nabe, divê tevahiya cîhanê ji bo misogerkirina mafên Êzidiyan kar bike.”

Desteya Rêveber a Şengalê bi bîr xist ku 7 sal e rê nayê dayin ku xelkê Şengalê li warê xwe vegere û li nava kampan jî nikarin jiyana xwe biparêzin û wiha dewam kir; “Gelê me yê li kampan di bin desthilatdariya PDK’ê de dibin qurbanî. Herî dawî 30’ê Tebaxê civaka me ya li kampa Qadiya bû hedefa êrişa dewleta Tirk. Ji bo malbatên şehîdan em sersaxiyê û ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazin.”

Desteyê daxuyaniyên rêveberên PDK’ê yên ji bo berevajîkirina rastiya êrişê bi bîr xist û destnîşan kir ku her alî ve diyar e ku ev êrişeke hewayî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku ew rewşa li kampê dişopînin û got, “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Iraqê dikin ku bi zûtirîn demê lêkolînê li cihê bûyerê bike û encamên wê ji raya giştî re eşkere bike.

Her wiha em bang li gelê xwe dikin êdî li xaka xwe vegerin û Şengaleke azad bi hev re ava bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button