‘Nexweşxana Sikêniyê ji bo xizmeta xelkê Şengalê hatibû vekirin’  

Karmendekî nexweşxaneya gundê Sikêniyê ya Şengalê behsa giringiya wê nexweşxanê ya ji bo xelkê Şengalê kir û got, “Nexweşxaneya gundê Sikêniyê bê beramber xizmetguzariyên tendirustiyê pêşkêşî hemû şêniyên herêmê dikir û ev nexweşxane ji bo Şengalê yek ji cihên herî giring ên tendirustiyê bû.”

Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxê bi balafirên şer êrişê nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê girêdayî Şengalê kir. Di encama êrişê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li wir dihatin dermankirin şehîd bûn,  4 kedkarên tenduristiyê jî birîndar bûn.

Karmendê Tendirustiyê Îbrahîm Mihemed ku li Nexweşxaneya Sikêniyê de di xebitî, behsa giringî û xizmetguzariyên Nexweşxaneya Sikêniyê ya ji bo welatiyên deverê kir.

Îbrahîm Mihemed got, “Di encama êrişên DAIŞ’ê de xelkê gundê Sikêniyê koçber bûn û gund di her warî de ji xizmetguzariyan hatibû bê par hiştin. Lê piştî Rêveberiya Xweser a Şengalê hat avakirin, gelek xizmetguzarî ji gund re hatin kirin. Piştî xizmetguzarî hatin kirin, gelek şêniyên gund vegeriyan ser malên xwe.”

Îbrahîm diyar kir li deverê ti nexweşxaneyek nebû û wiha domand, “Nexweşxaneya gundê Sikêniyê destpêkê dibistana seretayî bû. Rêveberiya Xweser ev dibistan vegerand nexweşxaneyê. Karmendên nexweşxaneyê ji pêkhateyên Kurd û Ereb pêkdihatin. Ev nexweşxane di destpêka sala 2019’an de dest bi xizmetê kir û nexweşên deverê li vir dihatin dermankirin.”

Karmendê Tendirustiyê Îbrahîm Mihemed destnîşan dike ku Nexweşxaneya Sikêniyê piştî demek kurt xizmeteke zêde pêşkêşî xelkê navçeyê kir û ji bo welatiyan alîkariyek baş dikir.

Her wiha diyar kir di nexweşxaneyê de ji bilî amêrên çareseriya fîzîkî û karmendên taybet bi tedawiya fîzîkî, gelek amêrên pêşkeftî yên tendirustiyê jî di nexweşxaneyê de hebûn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button