‘Berpirsê her êrişekê Mistefa Kazimî ye’

Hejmarek ji rûspî û oldarên me daxuyaniyek dan û gotin bi her awayî destwerdana artêşa Iraqê û hatina Artêşa Iraqê ya li Çiyayê Şengalê em red dikin. Di daxwuyaniyê de hate diyar kirin ku wê van peresgeh û warên pîroz qet radestî ti kesî nekin

 

Rûspî û Oldarên me bi tundî destwerdana li ser çiyayê Şengalê şermezar kirin, bang li hikûmeta Iraqê kirin û gotin ku berpirsê her êrişekê Mistefa Kazimî bi xwe ye. Herwiha bang li raya giştî û hemû Êzidiyan kirin ku li dijî planên li dijî îradeya me derkevin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku eger hikûmeta Iraqê israr bike ku leşkeran bişîne li ser Çiyayê Şengalê wê bi hemû hêz û şiyana xwe li dijî dekevin û gotin:”Em ê bi hemû hêza xwe gelê xwe li Şengalê biparêz in.”

Rûspî û Oldarên me herwiha bang li Êzidiyên Iraqê û cîhanê kirin ku li hemberî destwerdana û metirsiya artêşa Iraqê ya li ser Çiyayê Şengalê rawestin. Herwiha bang li ciwan, mêr û jinan kirin ku çekan hilgirin û li hemberî her êrişekî li ser Çiyayê Şengalê û hemû planên li ser Şengalê rawestin.

Rûspî û oldarên me eşkere kirin ku planên li ser Şengalê, planên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hikûmeta wîne û gotin ku bi awayek nerasterast bi hemahengiya li gel aliyên navneteweyî û herêmî ji bo tinekirina civaka Êzidî vî karî dike. Herwiha diyar kirin ku berpirsê her êrişek li ser Çiyayê Şengalê Kazimî ye.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em weke oldar û nûnerên Êzidiyan bi hemû awayî em ê li hember her êrişê rawest in. Em dengê xwe digihînin rêveberiya Iraqê, qada navneteweyî, rêxistinên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû beşên cîhanê ku Mistefa Kazimî hewl dide Çiyayê Şengalê bêxe di bin kontrola xwe de û careke din Êzidiyan bikuje û tine bike. Çiyayê Şengalê pîroze. Ji bo gelê Êzidî cihek arame. Weke mertalek bi hêz li dijî êrişên DAIŞ’ê rawestiyaye. Di dîrokê de vê mertala bi hêz timî gelê Êzidî ji êriş û dijminan parastiye. Em ê qet radest nebîn û çekan nedeynîn. Em ê parastina xak, şeref, gel û xwîna şehîdan bikin.”

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button