Birîndarê êrîşa Nexweşxaneya Sikêniyê: Dixwazin Êzidiyan tune bikin

Hesen Reşo ku ji komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê bi birîndarî xilas bûye, diyar kir nexweşxaneya wan pêşwaziya hemû pêkhateyên Şengalê kiriye û bêyî cudahî xizmet daye welatiyan. Reşo got ku  dewleta Tirk a dagirker bi armanca tunekirina Êzidiyan êrîş dike, lê ew ê hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û biparêzin.

Dewleta Tirk a dagirker 17’ê Tebaxa 2021 bi balafirên şer êrişê nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê girêdayî Şengalê kir. Di encama êrişê de 4 kedkarên tenduristiyê û 4 şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku li wir dihatin dermankirin şehîd bûn,  4 kedkarên tenduristiyê jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê nerazîbûnek mezin derket holê, lewma rayedarên dewleta Tirk a dagirker iddîa kiribûn ku cihê hatiye bombebarankirin nexweşxane nîne.

Li hemberî van êrîş û îdîayên dewleta Tirk a dagirker hêrsa Şengaliyan zêdetir bû. Herî zêdejî endamên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Sikêniyê hêrs bûne. Hesen Reşo ku li gel 3 hevalên xwe yên tenduristiyê ji komkujiyê bi birîndarî xilas bibû,  têkildarî mijarê ji Rojnews re axivî.

‘Ez ajokarê ambulansê bûm’

Hesen Reşo da zanîn ku Nexweşxaneya Sikêniyê pêşwaziya hemû kesî dikir û wiha dom kir: “Ez li wir ajaokarê ambulansê bûm. Kî nexweş ketiba, dihat cem me. Li gel welatiyên sivîl, artêşa Iraqê jî nexweşên xwe di anîn. Heta şêniyên Baacê jî dihatin vir. Nexweşxaneya  me nexweşxaneyek medenî bû. Bêyî cûdahî dihatin dermankirin. Li Şengalê nexweşxaneya ku herî zêde nexweş pêşwazî dikirin  ev der bû.”

‘Tawusê Melekê me heye, em xilas nabin’

Hesen Reşo diyar kir ku 12 kesan li nexweşxaneyê kar dikir, lê dewleta Tirk bi zanebûn êrîş kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hedef û armanca Erdogan tunekirine gelê Ezidî ye.  Osmaniyan  nekarîn Êzidiyan xilas bike, niha ev dixwazin pêk bînin. Tawusê Melekê me heye, em tu caran xilas nabin. Her yek ji me şehîd bikeve jî, emê xwe zêdetir birêxistin bikin. Îdîa dikin ku wan êrîşî PKK’ê kiriye, lê diyar e ka PKK kengî ji Şengalê derketiye. Armanca wan tunekirina tevahiya Êzidiyan e, ma dema ku Osmaniyan êrîş dikirin jî PKK li vê derê bû? Erdagonê faşîst çi bike bila bike, emê xwe zêdetir birêxistin bikin.”

ROJNEWS/HÊJAR AVESTA- NÛJÎN ZERDEŞT

Show More
Back to top button