‘Em xwedî li Şengalê derkevin’

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropayê (KCÊE) ji bo piştgiriya berxwedana li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga xwedî derketina li Şengalê kir. KCÊE got divê berxwedana Şengalê bi tenê neyê hiştin

KCÊE ragihand ku sibê meşek girseyî li bajarê Celle ye eli Elmanya ji bo piştgiriya berxwedaniya li Şengalê pêk tê û banga tevlîbûnê li xelkê me yê li derveyî welat kirin.

Berfirehiya daxuyaniya KCÊE’yê wiha ye: “Li dijî peymana di navbera Hewlêr, Bexd, Enqereyê ku bi armanca jiholêrakirina civaka Êzîdî û Êzdayetiyê hatî îmzakirin, civaka Êzîdî li her derê berxwedana ji bo parastina rûmet û kerameta xwe didomîne. Bi taybetî jî li Şengalê berxwedan bi hemû cureyî tê meşandin. Di çarçoveya vê berxwedana rûmetê de, çalakiya nobetgirtinê ji bo xwedîderketin û parastina Asayîşa Êzîdxanê ya li navenda Şengalê, 100 roj li pey xwe hişt û bi biryardarî didome.

Herî dawî îro MXDŞ’ê di civînek awarte de, helwest û êrişên hikûmetên Bexda-Hewlêr û rejima faşîst ya Tirk nirxandin û bang li tevahiya civaka Êzîdî, Kurdistaniyan û mirovahiyê kir. MXDŞ’ê bal kişand ser siyaseta qirker ku li hemberî civaka Êzîdî di meriyetê de ye û dan zanîn ku tevî hemû hewldanên wan yên ji bona çareseriya pirsgirêkan jî, Bexda û Hewlêr ji ya xwe nayên xwar, ti gavên xêrê ber bi civaka Êzîdî ve navêjin û berxwedana Şengaliyan ya ji bona parastina deskeftiyên piştî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ji nedîtî ve tên.

Em bang li tevahiya gelê Kurd û Kurdistaniyan dikin ku, konsepta qirkirin û tunekirina Kurd û Kurdistanê, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ya bi pêşengiya dîktator Erdogan û bi piştgiriya hevkarên wî di meriyetê de ye, bidin sekinandin û têk bibin. Rêya pêşîgirtina konsepta tinekirina Kurd û Kurdistanê, di Şengalê de derbas dibe. Eger em bikaribin Şengalê, civaka Êzîdî û Êzdayetiyê ji qirkirin û tinekirinê biparêzin, em ê bikaribin tevahiya Kurd û Kurdistanê ji qirkirinê biparêzin. Bê çawa faşîzma dewleta Tirk li Garê bi ruhê fedayî yê şervanên azadiyê hat têkbirin, divê bi heman ruhî ew li Şengalê jî were têkbirin û pêşî li peymana navbera Bexda-Hewlêr-Bexdayê bê girtin.

Em bang li tevahiya mirovahiyê jî dikin ku helwesta xwe li hemberî siyaset û êrişên Hewlêr-Bexda û Enqereyê yên li dijî civaka Êzîdî û Şengalê zelal bikin û vê civakê tenê nehêlin. Banga me bi taybetî jî ji bona Rêveberê Ruhanî yê cîhane mesîhî ji bona Papa Francis e.

Brêz Papa wek we di peyama xwe de bilêv kir û got; “Em neheqî û tawana ku li Êzidiyan bûyî li bîra xwe tînin. Êzidî qurbaniyên bêtawan ên terorê bûn, ji ber bîr û baweriyên xwe yên olî. Em dikarin ji bo nifşên xwe yên dahatûyê cîhaneke dademend raberî wan bikin. Ji ber ku Êzidî ne rastî çewisandin, kuştinê hatin û hebûn û masnameya wan kete bin metirsiya tinebûnê.

Brêz Papa peyamên we hêviya siberojek azad û aram bi vê civakê re çêkirin. Lê belê eger we ev peyam li Laleşa Nûranî û Şengal e birîndar bidaye, wê bi watetir bûye û ji çarçoveya peyamekê derbiketa û bibûye rastî. Brêz Papa wan hêzên ku bingeha serdana we ya Laleş û Şengalê amade nekirin û bûn asteng, heman hêz in ku di têkbirin û tinekirina vê civakê de bi biryar in. Hewlêr û Bexda Êzîdî û Şengal neparastin û di nav destê hovên DAÎŞ’ê de hiştin û bûn sedema Fermana 3’yê Tebaxa 2014‘an. Lê belê heman hêz bi awayekî bê êtîk, bê ehlaqî û gamarî, li ser qirkirina Êzidiyan ji xwe re siyasetê dikin û dixwazin li ser malxerakirina vê civakê rantê bidest bixin.

Em bang li brêz Papa Francis dikin û dibêjin hebûna civaka Êzîdî û Êzdayetiyê di qebûlkirina îradeya Şengaliyan de derbas dibe. Eger hûn bixwazin ku ev civak li ser axa xwe azad bijî û neyê tinekirin, divê demildest peymana 9‘ê Cotmehê bê betalkirin û li gora berjewendiyên civaka Êzîdî û Şengaliyan bê nûkirin.

Her weha em bang li keça Êzîdî Nadya Mûrad jî dikin, ku bi erk û berpisyariya xwe rabe û bibe dengê Şengal, Êzdîxan û li deskeftiyên ku bi xwîna hezaran cangorî û qurbanî hatine bidestxistin xwedî derkeve.

Em di dawiyê de careke din bang li tevahiya civaka Êzîdî, Kurdistanî, kesên humanîst û demokrat dikin ku li Şengalê xwedî derkevin. Bi taybetî jî tevlî meş û mitînga ku sibe li bajarê Elmanya Cellê tê lidarxstin bibin. Bi vê yekê carekedin bibin pişt û qîrên ji Şengalê re.

Cihê çalakiyê: Großer Plan Celle

Roj: 11.03.2021

Saet: 14:00”

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button