Komkujiya Şengalê li Binarê Qendîlê hate şermezar kirin: Iraq û PDK berpirsyar e

rîşên balafirên Tirk ên dijî Şengalê li Binarê Qandîlê hate şermezar kirin.Di daxuyaniyê de hate gotin, ew PDK û Iraqê ji van êrîşan berpirsyar dibînin.

Îro êvarê, welatiyên Binarê Qendîlê li gundê Sûredê li dijî êrîşên hewayî yên li ser Şengalê çalakiyeke nerazîbûnê lidarxistin. Di çalakiyê de posterê şehîdên Şengalê li ser ala YBŞ’ê hate rakirin. Li ser poster dirûşma, ‘Xwedî derketina li Şengalê, wê dagirkerî û xiyanetê têk bibe’ hate rakirin.

Piştî çalakî bi yek xulek rêzgirtin ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi navê welatiyan Resûl Hesen axivî. Hesen diyar kir Êzidî Kurdên herî resenin, ji ber wê tên qetilkirin û got: ‘Komkujî kirina Êzidiyan, tê wateya komkujîkirina gele Kurd.’

Resûl hesen dazanîn ew weke xelkê Binarê Qendîlê, bombebarana li ser Şengalê, şehîdkirina pêşengên gelê Êzidî, bombebarankirina navendên xizmetgûzariyê û şehîdkirina kedkarên tendûristiyê şermezar dikin.

Hesen daxuyakirin PDK û Iraq ji van êrîşan berpirsyarin û got:’Berpirsyariya van êrîşan dikeve ser Kazimî. Ji ber vê divê dewleta Iraq li beramber bêraziya dewleta Tirk a li ser serweriya welatê xwe bêdeng nemîne û hewlest nîşan bide.’

Resûl Hesen bi navê welatiyên binarê Qendîlê bang li hikûmet û parlementoya Iraq, hikûmeta herêmê, kesên dmeokrasîxwaz,hemû partî û rêxistinên civaka medenî dikin, li beramber van bûyeran û xiyanetê bêdeng nebe û erka xwe ya exlaqî pêkbîne.

Paşê hevserokê şaredariya Binarê Qendîlê Mihemed Hesen axivî û got; ‘Dewleta Tir timî hewl dide gelê Kurd îmha bike, ji ber vê xwest bi rêya DAIŞ’ê Êzidiyan tine bikin. Lê ji ber berxwedana keç û xortên Êzidî, nekarîn bigihijin armanxca xwe. Niha bi rêya bombebaran û komkujîkirina gele Êzidî, dixwaze bigihije armanca xwe.’

Eger lihevkirina PDK’ê û Tirkiye ya li ser Şengalê ne ji bo têkbiirina Şengal û Êzidiyane, ji bo çi û li ser çi bingehê hatiye kirin were eşkere kirin.

Çalaki bi dirûşma, ‘Bijî yekîtiya gelê Kurd’, ‘bimre xiyanet’ û ‘Şehîd Namirin bi dawî hat’.

ROJNEWS-QENDÎL

Show More
Back to top button