Gora komî ya gundê Hemedan – 1

Li gundê Hemedan a Şengalê, gorekî komî li ber derê malê gundiyan e û 8 sal in nehatiye kolandin. Hezan Xelef Hisên ku bi dehan xizmên wê wenda ne dibêje: ‘’Niha ev gorê komî li ba me ye, hatin dora wê sîm kirin, lê venekirin. Heya ew gorê komî venebe dilê me her kul e.’’

Li ser fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Şengalê, heya niha gelek tişt hatin nivîsîn, fîlm û belgefîlm hatin kişandin, pirtûk hatin amadekirin. Li Şengalê tu berê xwe bidî kîjan derî, guhê xwe bidî kîjan sewtê şopeke kûr a fermanê wê li dil û mêjî bide. Fermana herî dirêj a Êzidiyan ev 8 sal in bi hemû êş, hêvî û hêrsa xwe ve berdewam dike.

Li Şengalê, yek ji birînên devê wê vekirî jî gorên komî ne. Bi hezaran malbat ev 8 sal in li pey çarenûsa xizmên xwe, li benda derxistina hestûyên wan in. Ji ber ku DAIŞ’ê piraniya komkujiyan di nav gundan de kirine, bi taybet jî li derdora gundên başûrê Çiyayê Şengalê hejmareke zêde gorên komî hene. Yek ji van gundan jî, gundê Hemedan a mintiqa Solaxê ye ku li başûr-rojhilatê Çiyayê Şengalê ye. DAIŞ’ê li vî gundî komkujiyeke mezin kiriye û tê texmînkirin di gorê komî de, hestûyên 80 kesî hene. DAIŞ’ê di 4’ê Tebaxê 2014’an de êrîşî gund dike ku emê çîroka wê ji Hezan Xelef Hisên guhdar bikin.

Jin û zarokan dibin Telaferê

DAIŞ’ê gund dorpêç dike û piştî ku jin, zarok û zilaman ji hev cûda dike, wesayîtên mezin tînin da ku jin û zarokan ji gund bibin. Hezan Xelef wan kêliyan wiha tîne ser ziman: ‘’Me nexwest em lê siwar bibin lê bi zorê em siwar kirin. 2 zarokên me yên temenê wan hinek mezin hebûn ew jî bi zilaman re birin. Pişt re ew her 2 zarok jî li Telaferê anîn ba me.’’

Jin û zarokên ku dibin Telaferê, demeke dirêj di medreseyên cûda de têne girtin û li wir wekî kole têne şixulandin. Hezan Xelef wiha behsa wan rojan dike: ‘’Me çêlekên wan xwedî dikir, cihên wan paqij dikir. Ji bo zarokên me ji me qût nekin em saet 4’ê sibehê radibûn û me dest bi kar dikir. Em bûn xulamê wan li wê dere.’’

20 jin û zarok ji Telaferê direvin Sinûnê

Di nav wê demê de her dem li pey derfeta revê ne, şevekî biryar didin ku birevin. Ji bo çeteyên DAIŞ’ê bi wan nehisin, dengê televîzyonê bilind dikin û yek bi yek ji wê cihê direvin. Hezan Xelef çîroka revê wiha tîna bîra xwe: ‘’3 roj û 3 şevan em bi rê ve bûn. Bi roj me xwe vedişart û bi şev em direviyan. Çila havînê bû û dilopek av nebû, em 20 jin û zarok bûn em ji Telaferê reviyan û hatin Sinûnê.’’

‘Em ji bo vekirina gorên komî vegeriyan’

Piştî ku xwe digihînin Sinûnê, şevek dimînin û ji wir ew dibin Başûrê Kurdistanê. Li wir naçin kampan, li Xanka kevn kon datînin. Piştî salekê biryar didin ku vegerin Şengalê; ‘’Me xwest ku em werin û li gorê komî bibin xwedî da ku were vekirin. Niha ev gorê komî li ba me ye, heya ev gorê komî venebe dilê me rehet nabe. Em nizanin kuştî ne an sax in.’’

Ev gora komî ya li gundê Hemedan ev 8 sal in ku ji aliye saziyên Iraqê ve nehatine vekirin. Hestûyên şehîdên fermanê ji ber ba, av û heywanan êdî derketine ser rûyê erdê. Hezan Xelef, vê rewşê û êşa xwe ya kûr wiha dertîne: ‘’Wê rojê em çûn ser gorê komî, hestû derketibûn, hestû xuya dikirin. Me got werin vê gorê komî vekin, hatin dora wê sîm kirin îca em nizanin kengê rakin. Heya ew gorê komî venebe dilê me her kul e. ‘’

Ji ber testa DNA’yê gundî nikarin gorê bikolin

Gundî dixwazin biçin û gorê komî vekin, lê ji ber ku lazim e testa DNA’yê were kirin nikarin bikolin û hestûyan derxin. Encax diçin û hestûyên ji gorê derketî bi bêran car din vedişêrin.

Hezan Xelef Hisên dibêje ku lijneyek ji Bexdayê hatiye gund lê bêyî dest bi kolandinê bikin vegeriyane; ‘’Em çûn ba lijneyê, me go hêvî ji we ku hun vê gora komî rakin. Gotin germ e, karkerên me westiyane, wextê me nîne em niha rakin.’’

Li Şengalê bi sedan malbat li bendê ne ku ev gorên komî werin vekirin, hestûyên kesûkarên xwe binax bikin, xêrek ji bo miriyên xwe bidin lê ji ber xemsariya hikumeta Iraqê, rovî û kûçik van hestûyan derdixin.

 ÊZDÎN ŞENGALÎ – ROJNEWS

 

Show More
Back to top button