Jinên Şengalê bang kirin: Belaya vî Erdoganî û hevkarên wî ji me vekin

Dayîkên Şengalê yên heya van seaetên dereng li birîndar û şehîdên dibin xirbeyan de mane digerin, bi daxuyaniyekî bangên girîng kirin û gotin: ‘Em bang li mirovên xwedî wijdan yên cîhanê dikin, belaya Erdogan û hevkarên wî ji me vekin. Iraq û Mesûd Barzanî dest dane Erdogan, êrîşê zarokên me dikin. Eger bi dayîka jî mabe, emê yek nuqteyên Iraqê li Şengalê nehêlin û êdî vê rewşê qebûl nekin.’

Îro di saetên piştî nîvro de balafirên şer ên Tirk nexweşxaneya Sikêniyê ku welatiyên sivîl, zarok û nexweşên korona jî têde dihatin girtin, hedef girt. Balafirên Tirk 3 caran nexweşxaneyê bombebaran kirin û kesên ku bi hawara wan ve çûn jî hedef girtin. Ji ber dijwariya êrîşê heya niha jî hejmara şehîd û birîndaran zelal nebûye. Heya van saetên dereng jî, lêgerîna li birîndar û şehîdan berdewam dike.

Show More
Back to top button