Iraqê 200 milyar dînar ji Hikumeta Herêmê re şand

Hikumeta Iraqê 200 milyar dînar ji Hewlêrê re şand. Tevî pere tê jî, hikumet ne amadeye mûçeyê karmendan bê ku bibire, belav bike

Hikumeta Iraqê bi rêya Wezareta Darayî 200 milyar dînar xist ser hejmara banka Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye li Herêma Kurdistanê pirsgirêka mûçe hîn jî dewam dike, li rexa vê jî dema mûçe tê jî hikumet jê dibire. Karmend li bendêne ku hikumet êdî muçeyê wan nebire, lê di rojên borî de Wezîrê Plandanan yê Hikumeta Herêmê diyarkir ku ger hikumeta Iraqê her meh 200 milyar dînar bo herêmê bişîne, ewê dîsan nekaribin mûçeyê karmendan bi awayek temam bişînin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button