Iraq xwedî li projeyên ji bo Şengalê danî dernakeve 

Şaredariya ser bi Hikumeta Iraqê ya li Şengalê, ji bo Şengalê hin proje diyarkiribû lê xwedî lê dernakeve. Şaredariya Rêveberiya Xweser jî ji bo xelk sûdê ji wan projeyan bibîne, ketiye nava liv û tevgerê.

Li Şengalê Hikumeta Iraqê saziyên xwe ên şaredariyê daye avakirin û girêdayî şaredariya Musilê ne. Girêdayî hikumetê gelek kes jî ji bo vî karî hatine erkdarkirin. Lê heya niha ti xizmetek ya van şaredariyane ji bo xelkê Şengalê çênebûye, kes nizane ev endamên şaredariyê jî çi kar dikin. Hinek caran tenê ji bo balkêşanê, ev şaredariyên hikumetê hin projeyan pêşkêş dikin, lê piraniya projeyan nîvço dimînin û şaredariyên hikumetê xwedî li wan projeyan dernakeve.

Ji bo ku ev proje bikevin xizmeta xelkê Şengalê, şaredariya Rêveberiya Xweser ya Şengalê ketiye nava liv û tevgerê. Şaredariya Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe dixwaze ji bo xelkê Şengalê xizmetek baş bike.

Şaredariya hikumeta Iraqê ji bo şînkirina Sinûnê projeyek danî bû pêşiya xwe, dixweset bi vê projeyê li ser riya Sinûnê dar bên çandin û derdora rê jî bi gulan were xemilandin. Lê heya niha ev yek çênebûye, darên hatine çandin jî ji ber ku nayên avdan hişk dibin.

Vê carê ji bo ev dar hişk nebin, şaredariya Sinûnê ya ser bi Rêveberiya Xweser kete nava liv û tevgerê. Şaredariya Rêveberiya Xweser wan daran av dide û xwedî lêderdikeve.

Endamê Şaredariya Gel ya Sinûnê Berekat Qasim diyarkir ku dewleta Iraqê tenê mehê carek wan daran av dide, ji ber bê aviyê piraniya wan jî hişk bûye û xwedî lê dernakevin. Qasim dibêje; “Em weke Şaredariya Gel ya Sinûnê ketin nava liv û tevgerê, daran av didîn û emê di rojên pêş de jî darên hişkbûyî rakin û li şûna wan yên nû biçînin. Emê derdora rê jî bi gulan bixemilînin.”

Berekat Qasim dawiyê de jî got; “Em li ser erka xwe vî karî dikin, ti alîkariyek ji mere nayê, Iraq jî tiştek nake. Tevî her tiştî em karê xwe dewa dikin û çi bikeve ser milê me em ji bo xizmeta gelê xwe amadene.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button