‘Iraq bi girtina rojnamevanan dixwaze civaka Êzidî neyê nasîn’ 

Endamên Çand û Huner û Tenduristiyê yên Şengalê xwestin rojnamevanên ji aliyê Iraqê ve hatine binçavkirin, werin berdan û gotin; “Bi girtina rojnamevanan dixwazin rê li ber dengê Êzidiyan bigrin. Dixwazin êdî dîrok û çanda Êzidiyan neçe ji derve û asteng bikin.”

Li Şengalê 2 rojnamevanên biyanî yên bi navê Marlene Forster (Elmanya) û Matej Kavcic (Slovenia), di 20’ê Nîsanê de dema ji pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê vedigeriyan di ketina navenda Şengalê de ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatibûn binçavkirin. Her du rojnamevan di 22’yê Nîsanê de bi hêceta lêpirsînê birin Bexdayê û hê jî li wir dibin çavan de ne.

Li ser girtina her du rojnamevanan endamên Saziya Çand û Huner û Tenduristiyê ên Şengalê axivîn.

Endamê Saziya Çand û Hunerê ya Şengalê Şoreş Şengalî ragihand ku her du rojnamevan li Şengalê bûn, serdana saziya wan jî kiribûn û got; “Dixwazin bi girtina rojnamevanan, deng, reng, çand û rastiya dîroka fermana li ser civaka Êzidî, bi cîhanê neyê bihîstin. Li ser çand û dîroka me lêkolînê dikirin, di nava me de bûn. Dixwestin çanda Şengalê bidi nasîn, bi taybet rojnamevan Marlene dixwest çanda me li Elmanya bide nasîn. Me ji wan re behsa çanda xwe dikir.”

Şoreş Şengal girtina her du rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got; “Hikumet naxwaze çanda me belavî cîhanê bibe, bang li Hikumeta Elmanya û Slovakya dikim, bi lezgînî tevbigerin û rojnamevanan azad bikin. Kesên ku wan dane girtin, dixwazin çanda Êzidxanê bê helandin û tinekirin.”

Endamê Saziya Tenduristiyê yê Şengalê Tehsîn Şengalî jî li ser heman mijarê axivî. Tehsîn got; “Her du rojnamevan li Şengalê bûn, arşîv digirtin, mereqek wan hebû, gel li ser axa xwe çawa tevdigere û çawa xwe ava dikin. Cejna Çarşma Serê Salê jî livir bûn, girtinên bi vî awayî ne di berjewendiya Iraqê deye. Wê bibe sedem ku Iraq jî jiderve cûda bê nasîn û bibe sedem çûyîn û hatin çênebe. Divê hikumetên wan rojnamevanan bikevin nava liv û tevgerê. Em dixwazin rojnamevan bên rewşa me bibînin, lêkolînan bikin.

Em dixwazin her kes bizane çi bi serê Êzidiyan hatiye, pirtûkan binivîsin û zarokên me jî di pêşerojê de bixwînin. Ev rojnamevan daxwazên me tînin ser ziman û em ji wan piştgiriyê digrin. Bi hêcetên derew, sucdarkirina van rojnamevanan ne raste. Divê demek ji ya din zûtir werin berdan.”

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Show More
Back to top button