Li Baxçeyê Gulistana Zarokan cejin pîroz kirin

Li Baxçeyê Gulistana Zarokan ê zarokên Şengalê kêfxweşiya Cejna Çarşema Serê Salê hate jiyîn

https://www.youtube.com/watch?v=h6iLoulnKd8

 

 

Li Baxçeyê Gulistana Zarokan kêfxweşî û kelecana Cejna Çarşema Sor. Zarokan stran gotin û ji xwe re lîstin. Bi boneya cejnê Tevna Alikariya Jinên Êzidî li wexfa zarokan diyarî li zarokan belav kirin. Zarokan dilxweşî û sipasiya mamostayên xwe kirin û cejna tevahî hevalên xwe pîroz kirin.
Mamostaya baxçeyê Gulistana Zarokan Sêvê Xiro ji bo diyariyên Tevna Arikariya Jinên Êzidî sipasî kir û got: “Tevna Alikariya Jinên Êzidî bi boneya cejna serê salê ji bo zarokên me diyarî anîn. Em destxweşiya wan dikin, herî zêde di cejnan de divê em rûyê zarokên xwe bidin kenandin.”

Show More
Back to top button