Xelkê Hesekê û Yekitiya Jinên Êzidî jî tevlî pêngavê bûn

Xelkê herêma başûrê kantona Hesekê bi meşekê û Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji pêngava ′Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ nîşan dan.

Sandîkayên karkeran yên cîhanê û partiyên siyasî li 74 navendên li seranserî cîhanê di 10′ê Cotmehê de pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ da destpêkirin.

Sazî, gelek rêxistin û xelkê gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştigriya xwe ji vê pêngavê re nîşan da. Di vê çarçoveyê de xelkê navçeyên Şedad, Hol, bajarokên Deşîşa û Mergede yên li başûrê Hesekê meşeke bo piştgiriyê li dar xist.

Meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Sûriyeyê ya Şedadê li kolana giştî ber bi Parka Rêbertî ve dest pê kir.

Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PYD′ê û pankartên ′Azadî ji bo Rêber Ocalan′ bi zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî hildan.

Di meşê de endma Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat El Îbrahîm axivî û behsa tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Rêbertî di nava dîwarên girtîgeha Îmraliyê de de bin zextekê de ye.”

Li ser navê eşîrên Ereban yên li herêma başûr, rûspiyê eşîra El Mulhim Mêzer El Sultan axivî û banga bidawîkirina tecrîdê kir û got: “Îro Rêbertî di cureyên tecrîdê yên tund re derbas dibe. Heta kengî ev bêdengiya navnetewî. Em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bidawîkirina tecrîdê dikin.”

Piştre endamê Meclisa Giştî ya PYD′ê Emar El Mûsa axivî û wiha got: “Berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê komplo têk bir û nehişt bigihîne armancên xwe. Kiryarên îro yên dewleta Tirk ji bombebaran û êrişan bi hewldana şikandina vîna gelanin.”

Di dawiyê de beşdaran got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Yekitiya Jinên Êzidî

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de yekitiyê piştgiriya xwe ji pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ nîşan da û got ew pêngavê weke hêza civakî ya sivîl a navneteweyî dibînin  û weke însiyatîfeke exlaqî ye.

Yekitiyê di dawiyê de got Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava anî ziman ku azdiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareserkirina doza Kurd, garantiya mafên tevahî pêkhateyên herêmê, di serî de mafên jinên berxwedêr û têkoşere.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button