Şaredariyên Qibletê amadekariya Cemayiya Şêxmend dikin

Şaredariyên Gel yên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ji bo pîrozbahiya cemayiya Şêxmend dest bi amadekariyan kirine û derdora qubê paqijkirin. Micêwir (parêzvan) û şaredariyên gel jî banga paqij hiştina mezargeh û qûba Şêxmend li gel kirin û daxwaza beşdariyê li xelkê hate kirin.

Wê roja Pêncşemê cemayiya Qûbe û mezargeha Şêxmend were pîrozkirin û rê û resmên olî bêne gerandin. Ji bo paqijkirina mezargehê jî Şaredariya Tilizer û Sîba Şêx Xidir dordora Qubê paqij kirin û banga tevlîbûna pîrozbahiyê li gel xelkê Şengalê kirin û ji gel hate xwestin, bi beşdariya pîrozbahiyê xwedî li rê û resmên xwe derkevin.

Şaredariyên Gel her wiha ji gel jî xwestin, xwedî li paqijiya van qubeyan derkevin û bi awayeke xurt tevlî bibin.

‘Cihên pîroz qirêj nekin, biparêzin’

Berpirsê Şaredariya Tilizerê Cemîl Şengalî li ser xwedî derketina cihên pîroz ji ajansa me re axivî û got: “Em weke şaredariya Tilizer û Sîbayê Şêx Xidir hatine ber Mezargeha Şêxmend paqij dikin. Em daxwazê ji gelê xwe dikin, dema hatin pîrozbahiyê herêmê qirêj nekin, ji ber cihekî pîroz e.  Hêvî û daxwazên me ji parêzvanên ber quba re jî dara biçînin û girîngiyê bidin şînkirina derdora mezergehên pîroz. Hem di cemayiyan de hewayê hênik û paqij dide û hem jî welatê me xweşik dike. Weke şaredariyê jî li piştî cemayiyê emê derdora mezargehê şîn bikin.”

‘Divê em cihên pîroz xwedî derkevin’

Micêwirê (parêzvan) Quba Şêxmend Heyder Şengal destxweşî li Şaredariyên gel kir û ev bang li xelkê xwe kir: “Em dest xweşiyê li şaredariyên xwe dikin, hatine vir, bi mere dibin alîkar ji bo amadekariyên cemayî. Em daxwaz ji xelkê xwe dikin wextê hatin cemayî, haj paqijiyê hebin, nabe mezargeh bêne qirêjkirin. Bang li gel jî dikin, qelebalix tevlî cemayî bibin.”

Cemayiya Şêxmend wê Pêncşemê (19’ê Cotmeh( destpê bike û roja Înê jî bi dawî bibe.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button