Di sêgoşeya Hewlêr, Tirkiye û Yunanistanê de siyaseta qirkirina Êzidiyan

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo bi awayekî çandî û fîzîkî tunekirina civaka Êzidî, li kampên Êzidiyan planek a qirkirinê dide meşandin. Fermana 73’an a li dijî civaka Êzidî bi destê Tirkiye û PDK’ê li ser xeta Hewlêr, Zaxo û Stenbolê bi kiryarên qirkirina çandî berdewame.

Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrişî civaka Êzidî kir û di encamê de bi hezaran jin û zarokên Êzidî li pêş çavê hemû cîhanê hatin qetilkirin û bi hezaran jî li Rojhilata Navîn di bazaran de hatin firotin. Civaka Êzidî vê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê weke ferman bi navkirine.

Êzidî di dîrokê de piraniya wan ji aliyê Osmaniyan ve di 73 fermanan re derbazbûne. Qirkirina her dawî di 3’ê Tebaxê de bi hevkariya dewleta Tirk, PDK û çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate pêkanîn. Di jenosîda ku destpêkê li Şengalê û herêma Nînovayê li dijî hemû Êzidiyan hatî kirin ne tenê ji bo tunekirina fîzîkî bû, heman demê de ji bo tunekirina çand û baweriya yek ji olên herî kevnar ên cîhanê Êzdatiyê bû.

Fermana 73’an berdewame

Civaka Êzidî ya li Şengalê bi destxistina azadiya xwe Rêveberiyek Xweser û demokratîk ji bo xwe avakirine. Li aliyekê hewla kewandina birînên fermanan didin û li aliyê din ji bo rastî ti fermanên din neyên hêza parastina xwe pêşdixin. Li ser vê yekê dewleta Tirk a dagirker û PDK, li dijî Êzidiyan bi awayekî dijwar êrişên hewayî pêktîne û bingeha fermana 74’an datînin. Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wî PDK, ji bo hem bi awayekî fîzîkî û hem jî bi awayekî çandî civaka Êzidî ji holê rakin, li kampên Êzidiyan planek qirêj a qirkirinê li dijî Êzidiyan pêktînin.

Ji bayê direvin, rastî bahozê tên

Êzidiyên ku ji fermanê reviyane kampên li Herêma Kurdistanê, ketine nava xefka leyîstokek qirêj de. Dewleta Tirk-PDK li aliyekê astengiyan ji bo vegera Şengalê ji Êzidiyên li kampan de re derdixe û li aliyê din bi rêya çeteyan Êzidiyên di kampan de rêdike Ewrupayê ku li vir çand û baweriya Êzdatiyê di xefka mîdernîteya kapîtalîst de rastî qirkirinê tê. Weke ku ji bayê direvin û rastî bahozê tên, ya ku çeteyên DAIŞ’ê nîvço hêlayî, dewleta Tirk û PDK dixwaze temam bikin. Fermana 73’an a li dijî civaka Êzidî bi destê Tirkiye û PDK’ê li ser xeta Hewlêr, Zaxo û Stenbolê bi kiryarên qirkirina çandî berdewame.

Ev konsepta jenosîdê ku bi pêşengtiya PDK û dewleta Tirk de hatî pêşxistin di sêgoşeya Hewlêr-Tirkiye-Yunanistanê de bi awayekî rêxistinkirî tê meşandin, gelek metirsiyên mezin ên tunekirina hebûn, çand û baweriya gelê Êzidî dihilgire. Tenê di meha Îlonê de nêzî 3 hezar Êzidî ji kampên PDK’ê bi taybet Duhokê hatin derxistin û di ser Tirkiyeyê re birine Yunanistanê. Li gorî agahiyên bi dest ketine, kampa ku 3 hezar Êzidî tê de tê girtin, bi alîkariya dewleta Tirk ji aliyê Nadia Murad ve hatiye avakirin.

Bi destê dewleta Tirk û PDK’ê kampek hatiye avakirin

Hinek ciwanên Êzidî ku nexwestin navê xwe eşkere bikin ji Rojnews’ê re ragihandin ku Nadia Murad ji bo bi awayekî ‘ewle’ reva xelkê Êzidî ji Şengal û Herêma Kurdistanê, li Yunanistanê kampek avakiriye. Her wiha ciwanan diyarkirin ku PDK kampa ku Nadia Murad diyarkirî, wek referans nîşan dide û bi vê yekê garantiya bê zorî gihiştina Yunanistanê dide.

Qurbaniyek din ê siyaseta qirkirin ya ku di sêgoşeya Hewlêr-Zaxo-Stenbolê de ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve li dijî Êzidiyan tê meşandin ku nexwest navê xwe diyar bike, di derbarê şebekeyên qeçaxçiyên mirovan ên ku ji aliyê PDK û MÎT’ê ve ji bo Êzidiyan li ser Tirkiyeyê re derbazkirina Ewrupayê hatîn avakirin ji Rojnews’ê re axivî û wiha anî ziman: “Qeçaxçiyên mirovan bi berdêla 500 heta 1000 dolaran li Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê ji bo Êzidiyan vîze derdixin. Koçber bi vîzeyan derbazî Stenbolê tê kirin. Koçberên ku li pansiyonên qaçaxçiyan dimînin, piştî çend rojan li ser Edîrneyê re derbazî Yunanistanê tên kirin. Dema li ser sînorê Yunanistanê têne girtin dersînor dikin. Dewleta Tirk koçberên Êzidî yên hatîn girtin, xerca wan a ji bo vegera Iraqê jî ji wan distîne.

‘Di temen, netew û olê koçberan de ferq û cudahî tê kirin’

Navên qaçaxçiyên ku li ser xeta Hewlêr-Zaxo-Stenbolê bi awayekî organîze dixebitin wiha ne: “Ehmed Sindî (Ji Zaxoyê ye. Navê serçeteyê wî Seîde. 20-25 sale vî karî dike), Hadî Xetarî (Ji gundê Xetarê yê Dihokê ye, Êzidiye), Ebû Elî (Erebê Suriyeyê ye), Idris (Şengaliye) û Hacî (Ji Başûrê Kurdistanê ye). Idrîs û Hacî bi hev re kar dikin (hinek din jî hene). Her qaçaxçî li gorî xwesteka xwe pere digire. Mînak Ebû Elî ji her Êzidiyekê navbera 4 hezar û 500 heta 8 hezar Euro pere digire. Lê ji Suriyeyîyan navbera 700- hezar û 500 Euro de pere digire. Evane li gel hev dixebitin. Rewşa qaçaxçiyên din jî hemane.”

Çavkaniyê destnîşan kir ku di nava koçberan de li gorî temen, nasnameyên netew û olê koçberan cudahî tê kirin û wiha domand: “Hemûyan jî serê her yekê zêdetirî 4 hezar Euroyan pere dan. Lê ger di nava malbatê de kal (pîr) an jî nexweş hebin berdêl du qat zêde dikin. Bi awayekî kurt qeçaxçiyên mirovan heta koçberan derbazî Yunanistanê dikin wan talan dikin. Ji ber vê yekê di berika piraniya wan de pere namîne. Hinek jê li sînorê Yunanistanê ji aliyê çeteyan ve hatin girtin (çeteyên ji aliyê dewleta Tirk û Yewnan ve hatîn bi cihkirin). Kesên têne girtin her tiştê wan têne desteserkirin û êşkence li wan tê kirin.”

‘Piştî derbazbûna Yunanistanê jî trajed bi dawî nabe’

Heman demê de çavakaniyê qala piştî derbazbûna koçberan a li Yunanistanê jî kir û wiha pê de çû: “Trajediya koçberan dema derbazî Yunanistanê dibin jî xilas nabe. Koçber ji bo nekevin destê çeteyan û neyên dersînor kirin bi rojan li çiyayan dimeşin. Li Yunanistanê trajediyên cuda derdikevin pêşiya koçberan. Hinek koçber ji bo li gel zarokên xwe bigihînin kampên li Selanîkê 15-20 rojan dimeşin. Yên ku bi şansbin xwe digihînin kampan. Lihevkirina li gel qaçaxçiyan heta gihiştina kampane. Lê pereyê hinekan têra vê yekê jî nake. Ew jî li gorî derfetên xwe, xwe digihînin kampan. Ketina kampan jî ne hêsane. Mînak malbatek 4 kesî hebû (dayîk, bav, du zarok) negirtin kampa li Selanîkê. Ev malbat 4 rojan tî û birçî li kolanê man. Piştre welatiyek Kurd heta kampa Malakasayê bîleta trenê dide wan. Lê li wir jî wan nagirin kampê. Bi tesadûfî wê rojê şandeya Neteweyên Yekbûyî diçe kampê û malbatê li ber deriyê kampê dibîne. Bi saya şandeyê malbatê digirin kampê.”

Her wiha qala rewşa li kampa Malakasayê kir û wiha got: “Li kampa Malakasayê derfetên jiyanê nîne. Pêdawîstiyên weke betenî, doşek, balîfk û yên weke van nadin koçberan ( bi taybet koçberên herî dawî hatîn). Pêdawîstiyên taybet ên jin û zarokan nayên dabînkirin. Li gorî zagon û yasayê nêzîkatî nayê kirin, xebatên fermî têne taloqkirin. Her wiha dewleta Yewnan ji bilî xwarinên rojane (ku ew jî kêrî xwarinê nayê) ti alîkariya koçberan nake. Saziyên Neteweyên Yekbûyî ji kampê hatine derxistin (Rayedarên Buroya Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku di çarçoveya lihevkirinê de ji kampê derketine). Li kampan tenê rayedarên dewleta Yewnan hene. Mûçe nayê dayîn, yên ku distînin jî mehane 70 Euro digirin (ji bo mezinan 70, ji bo zarokan 35). Ji bo vê yekê koçber di berdêlên pir ketî de li gel qaçaxçiyan kar dikin. Ew jî bi destê her kesê nakeve. Yanî her kes dixwaze biçe Ewrupayê. Yên ku pereyên wan hebe rêyên qeçaxçitiyê bikartînin, yên ku nebin li benda prosedûrên fermî dimînin.”

Bi hinceta derbazkirina Ewrupayê dizî û talanê dikin

Derbarê qaçaxçiyên ku ji Tirkiyeyê vîzeyê ji bo Êzîdiyan distînin de jî wiha dibêje: “Ji bo wergirtina vîzeyê ji Tirkiyeyê divê qeydên weke erd, xanî û tiştên wiha hebin. Lê ev Êzidî hemû 9 salin di kampan de dijîn. Ji ber vê yekê, li ser navê wan ti mal û milk nîne. Ev malbat nekarîn vegerin Şengalê. Ji ber vê yekê, li ser navê hinek kesên din vîze ji wan re hatin standin (ku piraniya wan ji aliyên qaçaxçiyan ve li Zaxoyê hatine diyarkirin). Helbet xwediyên tapuyan jî ji vê rewşê para xwe digirin. Bi kurtasî li xetên Hewlêr, Zaxo û Stenbolê bazarên mezin tên kirin.”

Dewleta Tirk a faşîst li aliyekê bi valekirina Şengalê, çand û baweriya Êzidiyan tune dike û li aliyê din jî li ser pişta Kurdan bi hezaran dolar pere qezenç dike. Erkê sereke yê van çeteyên qaçaxçiyên mirovan ên ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst û PDK’ê ve hatîn rêxistinkirin, li aliyekê bi hinceta derbazkirina Ewrupayê talan û diziya ciwanên Rojava û Başûrê Kurdistanê kirine. Li aliyê din jî bi valekirina Kurdistanê gavên dagirkeriyê mezin bike ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button