Ji YBŞ’ê têkildarî êrişa ser Şengalê daxuyanî

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku di êrişa hewayî ya duh ya li Şengalê de 2 şervanên wan şehîd bûne û 2 jî birîndar bûne û got: “Dagirkirine axa pîroz ji bo dijmin ji bilî xeyalekê vala zêdetir wê tiştek din nebe.”

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) têkildarî êrişa hewayî ya duh ji aliyê balafirên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve li Şengalê pêk hatî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Di roja çileya 21.01.2022’yan de dewleta dagirker a TC bi balafirên bi çek ên bê mirov (Siha) ve êrîşê hêzên me kir. Di vê êrîşê de hewreyê me Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan gihîştin şehadetê. Her wiha di vê êrîşê de du hewreyên me jî birîndar bûn.

Hewreyê me hêja fermandar Azad Êzdîn di temenê xwe yê biçûk de şahîdiya êşên gelên xwe kir. Herî dawî dema DAIŞ’ê  êrîşê Şingalê kir, hewreyê me êşên civaka xwe nav dilê xwe de zivirand soza tolhildanê û ji roja destpêkê ya avabûna YBŞ heyanî kêliya dawî ya jiyana xwe bi fedekariyek mezin ve di kar û xebatan de cihê xwe girt. Hewreyê Azad rêya tolhildan û serfiraziyê di nava hêzê gelê xwe di YBŞ’ê de dît, li ser vê esasê beşdarî kar û xebatan bû. Ji şervantiya xwe heyanî asta fermandariyê erkê ku girte ser milê xwe û helwesta ji bo bûyîna bersiva gelê xwe her tim di nava têkoşînê de bû. Şervanek dilgerm, xwediyê helwest, dilsozê gelê xwe, wêrek û zelal bû. Fermandarekî têkoşer, xwediyê vîn, bawerî, tolhildêr, afirîner, kedkar û girêdayî doza xwe bû. Ew bi hewrêtiya xwe ve paqij ve bû sembola hevaltiyê. Di şerê hemberê dijmina mirovahiyê DAIŞ’ê bigre heyanî tevahiya êrîşên li ser Şingalê di kêleka Ş. Berxwedan, Ş. Zerdeşt, Ş. Dijwar, Ş. Pîr Hemît û Ş. Bêrîvanan çeper bi çeper, kozik bi kozik di cihê herî dijwar û pêş de cihê xwe girt. Bi dilekî mezin ve êşên gelê xwe hembêz kir. Hewreyê Azad bi soza azadkirina Şingalê û dilgirtiya li ser şopa Mam Zekî, Mam Beşîr û Seîd Hesen û tevahî şehîdên me yên qehreman meşiyaye û her tim bûye layiqa soza xwe û erkên xwe pêk aniye. Çawa ku hewreyê me fermandarê hêja di her kêliya   jiyanê de girêdayî vê dozê bûye û li ser vê soza xwe têkoşîn kir, çawa ku girêdanbûna xwe a ji bo gel û ji bo şehîdan meşa xwe ya azadiyê berdewam kir, çawa ku rêya Mam Zekî ji bona xwe hilbijart, bû sembolekî gel û hewreyên xwe, emê jî bi helwesta ji dijmin hesap pirsîn û tolgirtinê ve têkoşîn bikin.

Hewreyê me Enwer bi welatparêziya xwe hêj di temenê xwe yê biçûk de tevlî refên YBŞ’ê bû. Bi hêrsên afirandina jiyanekî azad ve her tim di refên pêş de cihê xwe di nava berxwedaniyê de girt. Tevahî erkên ku girtiye ser milê xwe ji bona jiyanî bike bi fedekariyek mezin raber kir. Bi vê fedekariya xwe ve bû navê berxwederê ciwanê ya Êzîdxanê. Hewreyê Enwer têkoşeriya xwe ve bû têkoşeriya ciwanên Êzidxanê. Di kesayete xwe de jiyan kir û da jiyan kirin. Li hemberê hemû leyîstok û şerê taybet a ku li ser ciwanên Êzidxanê tene meşandin bi welatparêziya xwe û bi girêdanbûyîna gelê xwe ve bû bersivekê şênber. Hevalê me Enwer, di meşa xwe ya azadiye de ji bo kû bigihije armanca xwe astangiyan nas nedikir.  Hevalekî ku ji bo xwe serkeftinê her tim esas digirt bû.

Ji roja destpekê heya roja me ya îro di oxira jiyaneke azad de me bi Berxwedan, Zerdeşt, Mam Zeki, Çiya, Berivan, Arin, Mam Beşir, Serhat, Ezdin, Dijwaran ve gelek berdelên giranbûha dan. Ji bona pêkanîna xeyal û armancên şehidan em xwe ji berdel dayinê de gavek paş de navêjin û em soz didin wan şehiden xwe yên qehreman ku dagirkirina xaka Şengal wê bi tenê xeyalen dijmin û hevkariyên dijmin de bimîne. Dagirkirine axa pîroz ji bo dijmin ji bilî xeyalekê vala zêdetir wê tiştek din nebe. Eger ku dijminê qirker û dagirker bi hevkarên xwe yên îxanetkar ve êrişên xwe le dijî exlaq û mirovahiyê difikirin ku emê doza xwe berdin, bila keliyekê ji bîr nekin ku me dinav şert u mercên herî zor û zehmet û bê derfetiye de dest pê vê têkoşînê kirin. Me soza li Şengalê azad jiyankirinê daye. Soza pêkanîna hêviyên gele xwe daye. Soza pêkanîna xeyal û armancen şehidên xwe daye. Ji bilî vê yekê em ji bona xwe tiştekî din napejirînin. Tiştekî dinê ji bona xwe maf nabînin. Ji ber ku em fedaiyê gelê xwe ne. Çawa ku hewreyê me Azad heyanî kêliya dawiya jiyana xwe ji bo çand, bawerî, ol û kerameta vê civakê têkoşiya û canê xwe feda kir, emê jî ji bo layiqbûna şehîdan heyani kêliya jiyana xwe ya dawî têbikoşin.

Li ser vê esasê, em tevahî şehîdên xwe di şexsê fermandarê hêja Azad û di kesayeta hewreyê Enwer de bi bîr tînin. Em bejna xwe li hember bîranînên wan ditewînin. Em ji malbatên xwe yê hêja re sersaxî û ji birîndarên xwe ve jî şîfa dixwazin.

Nasnameya herdu şehîdan:

Kod: Azad Êzdin

Nav û Paşnav: Silêman Şemo Yusuf

Dîroka Dayikbûnê: 11.02.1993-Siba Şex Xidir

Dîroka Şehadetê: 21.01.2022-Deriyê Şilo

Kod: Enwer Tolhildan

Nav û Paşnav: Nacî Hecî Sebro

Dîroka Dayikbûnê: 1996-Xanasor

Dîroka Şehadetê: 21.01.2022-Deriyê Şilo”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button