Ji ber astengiya artêşa Iraqê meşa ciwanên Şengalê bidawî bû

Ciwanên Şengalê îro bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû, meşa dirêj destpêkirin. Lê meşa ciwana ji aliyê artêşa Iraqê ve hate astengkirin.

Girseya ciwanan bi sedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên saziyên Şengalê rakirin. Her wiha di meşê de pankartên wekî, “Emê bi tolhildana Ciwanên Êzidî komployê têk bibin, azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin” û tîşortên wêneyên Rêber Ocalan û nivîsa “Dem dema azadiyê ye” li serin lixwekirin.
Di meşê de timî dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Kes nikare roja me tarî bike” û “Bimre xiyanet” tên gotin.
Meşa ciwan ji despêkê ve ji aliyê hikûmeta Iraqê ve rastî astengiya hat. lê ciwan di bin zextê hêzeka mezin a Iraqê de meşê hata rêya ku diçe komalgeha Dihla dewamkir. Li vir ji ber ku Iraqê hêzên xwe zêdekirin êdî ciwana meşa xwe veguharandin karwanê wesayîtan û ciwan bi karwan di nava komlgeha Duhla û Dugurê geriyan. Meşa ciwanan ku biryar bû 25 km ji Borik heya Xanesorê dewam bike ji ber astengiyan ciwanan li ber Meclisa Gel a Dugurê li hev kombûn û bi daxuyaniyekê meşa xwe bidawî kirin.
Daxuyaniya ciwanan ji aliyê ciwanê bi navê Xemgîn Şengalî ve hate dan û di daxuyaniyê de helwesta Iraqê ya li himberî çalakiya ciwanan hate şermezarkirin û wiha got: “Em wek ciwanên Êzidî û ciwanên Ereb, kompiloya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em ji tevahî dewletên Desthilatdar re dibêjin ku baş bizanin kesek nikare roja me tarî bike û kesek nikare sinoran têxe navbera me û Rêber Apo de. Bi saya Rêber Apo tevahî gelên bindest ji bo azadiya xwe têdikoşe. Gelê Kurd û Êzidî tev bi fikra Rêber Apo, îro ji bo azadiya xwe têkoşîn dike. Em weke Yekîtiya Jinên Êzidî û Yekitiya Jinên Êzidî em bang dikin ji bo tevahî ciwanên Êzidî û gelê Êzidî ji bo Azadiya Fizikî ya Rêber Apo rabin ser piyan û têkoşîna xwe berfireh bikin. Em weke ciwanên Êzidî Komploya li ser Rêber Apo û fermana li ser civaka Êzidî her wiha peymana li ser civaka me heman tişt dibînin.”
Di dewama daxuyaniyê de li ser astengiyên hikûmta Iraqê li hemberî çalakiya ciwnana ev tişt hate gotin: “Em weke ciwanên Şengalê kiryarên Hikumeta Kazimî şermezar dikin, em ji wan re dibêjin ev der Şengale ne Hewlêr, ne Bexdaye û ne jî Enqereye. Em weke ciwanên Şengalê wê heya dawî li hember van kiryaran tekoşîn bikin û em rênadin zext û êrişên wan. Em wê hesab ji wan bixwazin. Şengal warê leheng û egîdane em rênadin dagîr ker û komplogeran.”
Piştî daxuyaniyê bi dirûşmeyên,“Bimre îxanet” û “Bê serok jiyan naba” bi dawî bû.

Show More
Back to top button