Li Şengalê di 6 salan de şoreşa jinê

Bi boneya 8’ê Adarê Rojnews encamên tekoşîna 6 salan û destkeftiyên jina Şengalê parve kiriye. Em jî vê dosya wan bêyî ku guhartinek bikin bi were parve dikin

https://www.youtube.com/watch?v=TriBMZmXJwA&feature=emb_logo

 

Jinên Şengalê ku di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû pêkanîn de êşa herî mezin kişandibû, piştî berxwedan û rizgarkirina herêmê di 6 salan de ji parastin, heta perwerde, siyaset, dîplomasî, civak, çand û ragihandinê bi 5 sazî û dezgehan îradeya xwe derxist holê. Her wiha di hemû sazî û pergala Şengalê de sîstema hevserokatiyê û nûnertiya wekhev pêkaniye.

Li Şengalê jinên Êzidî 8’ê Adarê hîn zêdetir bi têkoşîn, berxwedan û avakirina pergala bi rengê jinê pêşwazî dikin. Dema ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kirin, bi hezaran jin qetil kirin, bihezaran jî revandin û hemû karên dijî mirovahiyê li ser wan pêkanîn. Ev yek jî wekî tevahiya civaka Kurdistanê, di nava civaka Êzidî û bi taybet jî di nava jinên Êzidî de bû sedema hêrseke mezin. Lewma dema ku dijî, fermanê û komkujiyan, berxwedan destpê kir di rêzên pêşde jinan cîh girt.

Ji dema berxwedanê heta piştî rizgarkirinê jinên Êzidî, ji bo ku careke din rûberûyê fermanên wiha neyên û her wiha pergalek, ku îradeya jin jî têde heye bidin avakirin, di hemû qadên jiyanê de dest bi xebat û rêxistinkirinê kirin.

Gava yekem parastin bû

Dema berxwedana li hemberê hovîtiyê de gava yekem ku jinan avêtibû, rêxistinkirina parastinê bû. Di encama xebatan de di sala 2015’an de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) xwe rêxistinkirin û di şerê dijî DAIŞ’ê de cih girtin. Niha bi sedan şervanên YJŞ’ê hene, bi awayeke çalak di parastina Êzidxanê de cih digirin. Şervanên YJŞ’ê ji bo parastin berbelavê hemû şaneyên civakê bibe û jin bikarin xwe li dijî her cûre tundiya hindir û derve biparêzin di çarçoveya ’Parastina Cewherî’ de jinan di warê parastinê de perwerde dikin.

Her wiha di sala 2019’an de yekeya ’Asayîşa Jin’ jî li Şengalê hate rêxistinkirin û hewldana mezinkirina vê yekeyê berdewam dike. Ji bo rewşên awarte û êrîşên derve jî şervanên jin ên Êzidî xwedî rêxistineke taybetin ku jêre têgotin, ”Hêzên Taybet”. Şervanên jin ên Êzidî di nava vê hêza têkel de bi awayeke profesyonel perwerdeya leşkerî û xweparastinê dibînin.

Gava duyemîn rêxistinkirina siyasî-civakî

Piştî fermanê jinên Êzidî dîtin ku eger ne rêxistinkirîbe wê timî rûberûyê qirkirinê bimîne, lewma piştî avakirina hêza xwe ya parastinê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya gelek xebatan di nava xwede vedihewîne damezrand.

TAJÊ ku di sala 2015’an de hate avakirin, bi hemû pirsgirêkên jinên Êzidî re eleqeder dibe, ji bo çareserkirina pirsgirêkan xebatên cûrbecûr dimeşîne, jinan perwerde dike, hewl dide di her qadê de îradeya jinan serwer bike. Li hemû herêmên Şengalê TAJÊ xwerêxistinkiriye, di hevdîtinên dîplomatîk û biryarên girîng ên derbarê Şengalê de tên girtin de jî bi nûnerên xwe cih digire.

TAJÊ şaxên xwe li Sinûnê, Digur, Borik, Guhbel, Zorava, Xanesor, Navenda Şengalê, , Serdeşt, Duhla vekiriye.

Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî (Weqif)

Piştî TAJÊ, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî (Weqif) hate avakirin. Tevna Jinên Êzidî jî li Iraqê û ji derveyî Iraqê bi mijarên girêdayî jinan re eleqeder dibe, jinên Êzidî yên ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne re eleqeder dibe, ji bo yên di destê DAIŞ’ê de mane, rizgar bibe jî di nava hewldanan de ye. Navenda Tevna Alîkariya Jinên Êzidî li paytexta Iraqê Bexdayê jî heye. Ji bo dengê jinên Êzidî bigihînin cîhanê bi roleke sereke radibe.

Xebatên Çand û Hunerê

Yek ji qadeke din a jinên Êzidî xwe bi awayeke xweser lê rêxistinkiriye jî qada Çand û Hunerêye. Di qada çand û hunerê de ji bo parastina çand û hunera civaka Êzidî, dîroka wê, ziman û nirxên wê xebatê dimeşîne. Di vê çarçoveyê de gelek jinên ciwan ên Êzidî di mijarên hunerî de perwerde kiriye.

Ragihandina Xweser a jin

Ji destpêka Fermanê heya niha bi pêşengiya rojnamevan Nûjiyan Erhan ragihandina xweser a jinên Êzidî jî hate avakirin. Gelek jinên ciwan ên Êzidî di mijara rojnamevaniyê de hatin gihandin, ji bo êşên jinên Êzidî, têkoşîna wan û destkeftiyan bi derve bidin naskirin. Ji ber vê bi nûçe, dosya, bername û xebatên taybet dibin pirek di navbera jinên Êzidî û yên derve de.

Di Rêveberiya hevpar a Şengalê de bi nûnertiya wekhev cih digirin

Jinên Êzidî li gel girîngî dayîna rêxistin û xebatên xwe yên xweser, di nava xebatên hevpar û rêveberiya giştî ya Şengalê de cih digirin. Meclîsa Xweser û Demokratîk ya Şengalê bi nûnertiya wekhev û sîstema hevserokatiyê tê birêvebirin. Li hemû herêman meclîsên herêmî hene û ew jî bi sîstema hevserokatiyê tên birêvebirin.

Qanûna partiyên siyasî ya Iraqê li gorî sîstema serokatiye, lewma di fermiyetê de PADÊ weke sîstema serokatiyê xwe rêxistinkiribe jî, di fiîliyatê de bi nûnertiya wekhev tê rêvebirin û rêjeyeke berçav a jinan di nava rêveberiyê û şandeyên hevdîtinê yên dîplomatîk de cih digirin.

Çiqas jin û zarok ji destê çeteyan hatine rizgarkirin?

Yek ji xebata sereke ya TAJÊ pêre mijûl dibe jî rizgarkirina jinên Êzidî ji destê çeteyên DAIŞê ye. TAJÊ, bi hemahengiya bi hêzên QSD’ê û Mala Êzidiyan a Rojava re heya niha hezar û 300 jin û zarokên dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê radestê malbatên wan kirine. Kesên hatine rizgakirin re taybet eleqeder bûye û bi pêwîstiyên wan re mijûl bûye.

Rêjeya tundiya dijî jinê daket

Li kampên Êzidiyan yên li herêma Behdînê ya di bin desthilata PDK’ê de di nava çend mehên dawiyê de 8 jinên Êzidî bi awayeke bi guman xwekuştin.

Lê li beramberê vêya  li Şengalê her diçe ev rêje kêm dibe. Li gorî amareke rêxistinên jin ên Şengalê dane, di nava 6 salan de 10 jin xwe li Şengalê kuştin e. Li gorî rêxistinên jin ên Şengalê wê ev rêje bi rêya perwerde û eleqederbûnê her biçe, li Şengalê kêmtir bibe.

Pêşengiya çalakiyên dijî peymana Bexda-Hewlêrê

Jinên Şengalê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirk, peymana Bexda û Hewlêrê ya bi li ser daxwaza PDK û Tirkiye hatiye îmzekirin, di refên pêş ên çalakiyên nerazîbûnan de cih digirin. Jinên Êzidî hem li qadê di çalakiyan de li pêşin, hem jî bi îradeyeke rêxistinkirî di nava şandeyên siyasî û dîplomatîk ên Şengalê de cih digirin. Ji bo betalkirina peymanê di nava şandeyên hevpar de serdana Bexdayê û Herêma Kurdistanê kirin e.

Li Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adar

Beriya fermanê li Şengalê 8’ê Adar ne dihate pîrozkirin û ji aliyê civakê ve ne dihate zanîn. Ancax piştî Tevgera Azadiya Kurdistanê kete Şengalê û perwerdekirina jinan, ji dema rizgarbûna Şengalê heya niha, bi awayeke rêxistinkirî tê pîroz kirin. Îsal kar û çalakiyên xwe ji 1’ê Adarê ve dane destpêkirin, wê heya piştî 8’ê Adarê jî berdewamî pê bidin.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button