EM SONDXWARÎ NE

Li Şengalê şehîdgehek heye. Yek ji cihên herî bilind ê çiyayê Şengalê

Mekanê şervanên ji çar aliyên Kurdistanê, ji fermanê heta îro bi fedaî şer kirine û giyanê pîroz fedayî gelê xwe kirine. Li vê şehîdgehê konferansek hat lidarxistin. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan. Malbatên şervanên ku piştî fermanê di berxwedana li dijî dijminê mirovahiyê Daîşê de şehîd bûne bi sazî bûne. Ev 4 sal in ku xebatên xwe yên rêxistinkirinê berdewam dikin. Îro jî konferansa xwe ya sêyemîn çêkirin. Konferanseke bi biryardarî, bi îdîayên xurt, bi helwest, têr û tije bi dawî bû. Dîsa ya ku mohra xwe li konferansê da; jin û dayîkên şehîdên Şengalê bûn.

Jixwe bi fermanê re bi taybetî jin û dayîk, bi rêxisintibûna xwe ya xweser, di her qadên berxwedanê de pêşengtiyê dikin. Êdî li Şengalê navê berxwedanê bûye dayîk, jin. Cewherê jina Êzdî ya berxwedêr û serhildêr, îro bi rêxistinbûnên xweser û di nav tevahî sazîbûnên xweseriyê de cihekî girîng digire. Herî zêde jinên Êzdî di ferqê de ne ku tenê bi rêxistinbûnê dikarin pêşî li fermanan bigirin. Bi rêxistinbûnê dikarin tola xwe ji dijminên mirovahiyê bigirin. Wê êdî tu hêzên tarî nikaribin gefan li ser civaka Êzdî bikin. Ji ber ku jin hem bi artêşbûna xweser bi navê YJŞ ê xwe rêxistin dikin û şer dikin. Hem jî di tevahî jiyanê de, di înşakirina civakeke demokratîk û azad de cihê xwe di asta pêşeng de digirin.

Jinên Êzdî di nav Saziya Malbatê Şehîdan de jî vê biryardariya xwe didomînin. Di rêveberiya ji çar kesî hat hilbijartin de, du dayîkên şehîdan jî cihê xwe weke temsîliyeteke wekhev girtin. Piştî hilbijartinê rêveberiya nû sond xwarin. Dayîkên şehîdan bi dilekî sade, bi rûkeniyeke serbilind, gotin ku “Me navê em sond bixwin, ji ber ku em jixwe sondxwarî ne. Roja ku zarokên me şehîd bûn, ji wê rojê ve me sond xwariye ku em ê li ser şopa wan bin. Em ê şîn negirin û berxwedana wan berdewam bikin. Em ê layiqî wan û nirxên ku bi xwîna xwe ava kirine bin!” Ev gotinên dayîkan hestiyariyeke kûr di nav beşdarên konferansê de çêkir. Di heman demê de hêz û moraleke bilind da. Ji ber ku dayîkan bi tevahî hêz û biryardariya xwe ji berxwedanê re pêşengtî kirine û ji mêj ve ye xwe îspat kirine. Her wiha dema ku gotinek dibêjin, helwest datînin, baş tê zanîn ku wê ev misoger jiyanî bibe.

Li Şehîdgeha çiyayê Şengalê îro careke din dîrok zindî bû. Di bin awirên lehengande yên bi sedan cangoriyên Şengalê de Konferans bi dawî bû. Şopek hişt ji dîrokê re. Şopeke ji pêşerojê re bibe ronahî. Sonda dayîkên sondwarî gurzê xwe li zîhniyeta qirêj a dijminê mirovahiyê da. Heta ku jinên Êzdî û rêxistinên wan hebin, wê êdî tu kes nikaribe derbasî axa pîroz a Êzîdxanê bibe. Her wiha Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan, ji gefên êrîşên gurên boz re jî bû bersiveke zelal, tund û eşkere.

ŞEMÊ NİSRA

Show More
Back to top button