Di êrîşên ser Nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kes şehîd bûn

Di 4 êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku duh (17 Tebax) li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê pêk hatin de, 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş  şehîd bûn. 4 kes jî birîndar bûn.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku duh li ser Nexşexaneya gundê Sikêniyê pêk anîbûn de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî şehîd û birîndaran jî agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de li ser şehîd û birîndaran ev agahî hatin parvekirin:

“Di encama van êrîşên hovane de hejmarek şehîd û birîndarên me çêbûn. Ji duh ve ye ku em hewl didin nasnameya şehîd û birîndaran zelal bikin û ragihînin. Lê ji ber bombebarana giran, teşhîskirina cenazeyan û zelalkirina nasnameya şehîdan dereng ket. Bi giştî di encama êrîşên duh yên li hemberî Nexweşxaneya Sikêniyê de 8 kes şehîd bûne 4 kes jî birîndar in. Ji 8 kesên şehîd 4 kes şervanên YBŞ’ê ne ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. 3 şehîd xebatkarên tenduristiyê ne ku xizmeta civaka Êzidî dikirin. Şehîda bi navê Muhlîse Sîdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye jî (Bakurê Kurdistanê) di salvegera fermana 2014’an de dema bangawaziya seferberiyê hate kirin, ji bo birînên civaka Êzidî derman bike wekî bijîşk hatibû Şengalê û ji wê demê ve ye ji bo xelkê xizmeta tenduristiyê dikir. 4 kesên bi navê Hesen, Evdî, Semîr û Macîd ku di bombebaranê de birîndar bûne jî, hemû xebatkarên tenduristiyê ne.”

Li gorî daxuyaniyê navên 7 şehîdên din jî wiha ne:

Hemîd Sadun (Qîran Sîba),  Şervanê YBŞ’ê

Xidir Şeref (Pîr Xidir), Şervanê YBŞ’ê

Ramî El Salim (Ronî), Şervanê YBŞ’ê yê Ereb ji Baacê

Meytem Xidir Xelef  (Serhed Zemar), Şervanê YBŞ’ê yê Ereb

Elî Reşo Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê

Sedo Îlyas Reşo, Xebatkarê Tenduristiyê

Hecî Xidir, Xebatkarê Tenduristiyê

Muhlise Sîdar, Xebatkara Tenduristiyê

ROJENWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button