Li Şengalê derbarê Komploya 15’ê Sibatê semînerek hate dayîn

Li Şengalê bi boneya 24. Salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan semînerek hate dayîn û di semînerê de li ser hedef û armancên komployê û valederxistina komployê nirxandin hatin kirin.

Di çeçoveya çalakiyên ji bo Komploya 15’ê Sibatê de li Komalgeha Guhbel a Şengalê semînerek hate dayîn. Bi dehan welatiyên Komelgeha Guhbel û Zorava tevî endamên sazî û rêxistinên herêmê di semînerê de cih girtin.

Semîner bi deqeyek rêzgirtin destpê kir û piştre qala 24. salvegera dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan nefret kirin û wiha hate gotin: “Ji bo gelên li azadiya xwe digerin û fikrê Rêber Ocalan ji xwe re wek çareserî esas girtine tune bikin, di sala 1999’an de li dijî Rêberê neteweyî Rêber Apo komployekî navneteweyî pêk anîn. Bi vê komployê xwestin gel ji azadiyê bê par bihêlin. Lê bi girtina Rêber Ocalan nekarîn vê yekê bikin û gel hîn zêdetir li derdora Rêber Ocalan kom bûn.”

Her wiha di semînerê de di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan de jî wiha hate gotin: “Ji ber gel bi perspektîfên Rêber Apo herdem xwe nû dike, di heman çarçoveya Komploya Navneteweyî de tecrîdê li ser Rêber Ocalan dimeşînin û dixwazin destê gel û Rêbertî ji hev qût bikin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Meyan Şengalî di derbarê komployê de axivî û wiha pê de çû: “Îro dem hatiye her kes li Rêber Apo xwedî derbikeve. Ji ber ku Rêbertî ne ji ber şexsê xwe hatiye girtin, ji ber berjewendiyên hemû gelane. Ev 24 salin derbaz dibe ku Rêbertî di nava 4 dîwaran de ye. Em bi hêvîne ku di vê salê de Rêbertî azad bibe û em li nava civaka Êzidî wî pêşwazî bikin.”

Meyan Şengalî da zanîn ku ji bo ku Rêbertî gel hişyar neke û dengê wî negihije gel, di serîde dewleta Tirk dewletên komplo pêkaniyîn, li Îmraliyê tecrîdê giran dikin û got: “Gel wê bi berxwedaniya xwe tecrîdê bişkîne.”

Show More
Back to top button