Cenazeyên welatiyên me sibê dispêrin axê

Ev bi salane cenazeyên welatiyên me ji gorên bi kom hatine derxistin, bi sedan ji wan hatin teşhîs kirin ku kîne, nasnameya wan hatiye tespît kirin û piştre jî ji axêre hatine spartin. Herî dawî 104 cenazeyên me yê din di rêde ne

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk anî bû de, bi deh hezaran jin, zarok û pîr hatibûn kuştin, revandin. Çeteyên ku bi taybetî welatiyên me bi awayekî hovane kuştibûn, li gelek cihan bi awayekî komî binax kiribûn.

Heya niha jî bi dehan gorên bi kom hatine dîtin û derxistina cenazeyan  jî heya astekê pêkhatiye. Lê nayê zanîn ka çend gorên din yên bi kom ku nehatiye dîtin hene.

Li Bexdayê bi tevlibûna rayedarên Iraqê merasîmek ji bo cenazeyên 104 welatiyên me ku di gorên komî de hatîbûn derxistibûn, pêkanîn û piştre şêniyên me ber bi Şengalê ve birê kirin.

Tê payîn ku sibê li gundê Koço ev şêniyên me bi merasîmek girseyî werin oxirkirin.

Hêjayî bibîrxistine ku di fermana 2014’an de hem hêzên girêdayî PDK, hem girêdayî hikumeta İraq’ê xelkê me tinê hişt û revîyan. Di encama vê nêzikatiya wan de ewqasî kuştin, wundahî û brîndariya giran hate jiyîn.

Show More
Back to top button