Li Şengal alozî

Li gor agahiyan artêşa Iraqê car din li gelek deveran berê xwe daye noqteyên Asayîşa Êzîdxanê û noqteyên YBŞ-YJŞ’ê.

Li Şengalê di 18’ê Nîsanê de artêşa Iraqê destpêkê li Sinûnê pişt re jî li xeta başûrê Çiyayê Şengalê dor li noqteyên Asayîşa Êzidxanê û YBŞ-YJŞ’ê girtibûn û di encama êrîşên artêşa Iraqê de li gelek cihan şer û pevçûn rûdabûn.

Ev çend roj in ku hem li Bexdayî hem jî li Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek hevdîtin hatin kirin. Li gorî agahiyan artêşa Iraqê di polîtîkayên dorpêçkirin û êrîşan bi israre.

Li gor agahiyên dawî artêşa Iraqê li gelek cihan car din ketiye nav liv û tevgerê. Bi taybet li hemberî noqteyên Asayîşa Êzîdxanê yên li Dîgure, Sinûnê û Xanesorê tê gotin ku artêş amadekariya dorpêçkirin û êrîşan dike.

Her wiha li gor agahiyên hatine bidestxistin ji navenda Şengalê jî dengê teqînan hatiye bihîstîn lê heya niha agahiyeke zelal bidest neketiye.

Ji ber liv û tevgera artêşa Iraqê li Şengalê car din rewşeke aloz rûdaye û ne diyar e wê ev rewş ber bi ku ve biçe

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button