Rojnamevanên Êzidî piştî bertekan hatin berdan

Her 3 rojnamevanên Êzidî yên ku li Sinûnê ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan. Rojnamevan dan zanîn ku dema hatine binçavkirin leşkerekî kêr daye ber stûyê rojnamevanekî û gef lê xwariye.

Îro di saetên nîvro de dema liv û tevgera artêşa Iraqê ya li Sinûnê dişopandin, xebatkarê Radyo Çira Şengalê Xelîl Şengalî, peyamnêr û pêşkeşvanên Çira TV Emîra Simoqî û Hesûn Xanesorî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatibûn binçavkirin.

Piştî binçavkirina her 3 rojnamevanan deng veda û bû rojev, her 3 rojnamevan di saetên êvarê de hatin berdan.

Leşkerê Iraqî kêr dide ber stûyê rojnamevanekî!

Rojnamevanên ku serbest hatin berdan, behsa kêliyên binçavkirinê kirin û agahiyên girîng dan. Rojnamevan dan zanîn ku beriya werin binçavkirin destpêkê leşkerên artêşa Iraqê gule reşandine wan û pişt re bi kulm û pehînan ew binçavkirine. Di van kêliyan de yek ji leşkeran kêra xwe dide ber stûyê rojnamevanekî û gefa mirinê lê dixwe. Piştî ku hin kesên derdorê bertek nîşan didin û dikevin navberê, her 3 rojnamevan ji destê leşkeran tên derxistin û dibin navenda polîsan.

Her 3 rojnamevan piştî demekî li navenda polîsan  hatin berdan û amûrên wan ên kar jî teslîmî wan hatiye kirin.

Şengal

Show More
Back to top button