Neam Bedel: Piştî Komploya 15’ê Sibatê êriş û fermanên li ser Êzidiyan zêde bûn

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel bibîrxist ku piştî komploya 15'ê Sibatê, êriş û fermanên li ser civaka Êzidî û gelên Rojhilata Navîn zêde bûne û got: "Ji komploya 15'ê Sibatê heya teqîna li Sîba û Tilezêr, ji fermana 2014'an heya Peymana 9'ê Cotmehê, hemû weke xelekên zincîrekî bi hev ve girêdayî ne."

Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şengalê bi pêşengiya jin û ciwanan çalakiyên gel jî berfireh dibin. Civaka Êzidî tecrîda li ser Rêber Ocalan weke tecrîda li ser civaka Êzidî dibîne û daxwaza azadiyê dikin.

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ku li ser hedef û armancên komployê axivî, destnîşankir ku Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdulah Öcalan û tecrîda ku li ser Ocalan tê meşandin ne li ser şexsekî ye û got: “Rast e, Serokatî hate girtin lê dixwestin gelan bin destbikin. Hedef û armancê wan tinekirina gelên bindest û kêmnetewan bû.”

Neam Bedel bibîrxist ku piştî komploya 15’ê Sibatê, êriş û fermanên li ser civaka Êzidî û gelên herêmê zêde bûne û ev mînak dan: “Ji komploya 15’ê Sibatê heya teqîna li Sîba û Tilezêr, ji fermana 2014’an heya dagirkirina Serêkanî û Girê Spî hemû weke xelekên zincîrekî bi hev ve girêdayî ne û heta roja îro me ev berdewam e.”

‘Tecrîda li ser Serokatî tecrîda li ser civaka Êzidî ye’

Neam Bedel diyar kir ku komploya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Öcalan komployeke navneteweyî bû ku heya roja me ya îro jî berdewam dike û wiha pê de çû: “Niha tecrîda li ser Serokatî giran kirine, tecrîda li ser civaka Êzidî jî giran kirine. Di fermana 2014’an de dema xiyanet li civaka Êzidî hate kirin, Serokatî şagirtên xwe ji çiyayên azad şandin bi hewara Êzidiyan. Tecrîda li ser Serokatî jî, komployên li ser civaka Êzidî jî roj bi roj girantir dibin. Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an a di navbera dewleta tirk, PDK û Iraqê de jî bi komploya 15’ê Sibatê ve girêdayî bû.”

‘Di 15’ê Sibatê de tevlî meş û çalakiyan bibin’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzidî kir ku li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Öcalan çalakiyên xwe geş bikin û wiha got: “Lazim e civaka Êzidî li dijî tecrîda li ser Serokatî rabe, eger ne ji fikrê Serokatî bûya Êzidî nekarîn vegerin ser cih û warê xwe. Gelên bindest û civaka Êzidî xwe bi fikrê Serokatî perwerde dikin. Di fermana 2014’an de hedefa wan ew bû Ezdatiyê nehêlin, Êzidî qir bikin. Pêşî li vê planê hate girtin. Heya dinya hebe em deyndarê Serokatî û gerilayên serê çiya ne. Ez bang dikim hemû gelê me di 15’ê Sibatê de tevlî meş û çalakiyan bibin.”

Show More
Back to top button