‘Em dixwazin Serokatî li Şengalê bi fîzîkî li gel me jiyan bike’

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar diyar kir ku fikrê Rêber Ocalan ji Êzîdxanê heya Kurdistanê û tevahî cîhanê belav bûye û got: "Em dixwazin ku Serokatî bi awayek fîzîkî jî di nav me de jiyan bike. Em dixwazin pê re rûnin, biaxivin û fikrên wî guhdar bikin."

Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê de, bang û daxwazên azadiya Rêber Abdullah Ocalan mezintir dibin. Rêber Abdullah Ocalan di helbesta xwe ya ji bo Derwêşê Evdî de gotibû ‘Xwezî ez li çiyayê Şengalê bûma’. Di salvegera komployê de civaka Êzidî jî dibêje ‘Em dixwazin Serokatî bi me re be û di nav me de jiyan bike.’

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar, bibîrxist ku ev 24 sal in tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike û got: “Ev tecrîd li ser hemû gelê Kurd e. Dema ku Rêbertî ji girtîgehê derket, wê demê gelê Kurd jî wê ji bindestiyê derbikeve. Em weke civaka Êzidî xwe deyndarê Serokatî dibînin.”

Hemed Bişar di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ne tenê gelê Kurd û civaka Êzidî îro hemû mirovahî dixwaze tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin û wiha domand: “Mirovekî aştîxwaz ku dixwaze gelên bindest rizgar bike îro kirine di nav çar dîwaran de. Îro hemû dewlet li ber tecrîdê çavê xwe girtine, sîstema dewletan naxwaze Serokatî ji zindanê derkeve, ji ber ku Serokatî sîstema dewlet û desthilatdariyê tine dike.”

‘Em dixwazin Serokatî di nav me de jiyan bisiklet’

Hemed Bişar da zanîn ku bi azadiya Rêber Ocalan wê hemû gelên bindest ên cîhanê ji bin desthilatdarî û zilmê rizgar bibin û wiha pê de çû: “Serokatî fikrê wekheviyê pêş dixe, bi taybet jî ji bo jinê. Dema jin û zilam azad bibin, xêrek dikeve cîhanê. Niha fikrê Serokatî ne tenê li Êzîdxan û Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye. Lê em dixwazin Serokatî bi awayek fîzîkî jî di nav me de jiyan bike. Em dixwazin li gel wî rûninn û pê re biaxivin, fikrê wî guhdar bikin.”

‘Fikrê Serokatî em ji fermanê rizgar kirin, pêwîste em vê fikrê biparêzin’

Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Hemed Bişar fermana 2014’an û berxwedana li dijî fermanê bibîrxist û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Fikrê Serokatî em ji fermanê rizgar kirin û pêwîste em îro parastina vî fikrî bikin, parastina Serokatî bikin. Ev bi hezaran salan e ku ferman bi ser me de tên, lê me kesek li gel xwe nedît. Lê di vê fermana dawî de şagirtên Serokatî berê xwe dan Çiyayê Şengalê û em ji destê DAIŞ’ê rizgar kirin. Heya niha em jiyana xwe li ser vê fikrê berdewam dikin.”

Show More
Back to top button