‘Em bi fikrên Rêber Apo bûn xwedî hêz’

Dayikên Êzidî yên ku li dora TAJÊ bi fikir û felsefeya jiyana azad û demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirine gotin bi felsefeya wî îradeye jinan û civakan ji nû ve ava kiriye û ji xewa giran şiyar kiriye.

Jinên Êzidî piştî êş, azara di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de kişandin êdî îradeya xwe, parastina xwe, azadiya xwe bi destên kesek ve bernadin. Bi taybetî piştî naskirina fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina rastiya xwe, çek hilgirtin û li hemberî DAIŞ’ê, zîhniyeta zilamsalar çi li eniyan çi di nava civaka xwe de şer kirin û dest bi têkoşînê kirin. Di encama vê têkoşîna 8 salan a jinên Êzidî de baweriya wan qewî bû, pêşengî ji civaka xwe re kirin, serî ji tu hêza talanker û dagirker re netewandin.

Bi boneya salvegera komploya Navdewletî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmehê sala 1998’an de dest pê kir û bi 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Rêberê Abdulah Ocalan dom kir û heya roja me ya îro jî tecrîda girankirî li ser tê meşandin, dayikên Şengalê nêrînên xwe anîn ziman.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kemo Omer diyar kir ku tu dîwar li hember fikrên azad nabe asteng û wiha pêde çû: “Rêber Apo 25 sal in li zindanê hatiye dîlgirtin. Berxwedaniyeke gelekî mezin di nav 4 dîwaran de dide meşandin. Rêber Apo bi sekna xwe diyar kir ku tu dîwar û tu hêz nikare li hemberî fikir û ramanên azadiyê bibe asteng, ruxmî ku 25 sal in di zindanê de ye lê fikir raman û ya Rêber Apo gihîştiye hemû cîhanê.”

‘Erka me hemûyan ew e ku em tecrîdê bişkînin’

Kemo Omer di dawiya axaftina xwe de bang li her kesê kir ku bi erka xwe ya mirovahiyê rabin û tecrîd û zindanê bişkînin û got: “Îro pêwîst e em bi şev û roj li qadan bin daxwaza azadiya fizîkî ya Serok Apo bikin. Her kes li ku be çi dest bê pêwîst e di asta herî jor de bike. Jinên Êzidî jî êdî ji vê merheleyê û şûnde pêwîst e gavekî paşve navêjin, li dora fikir û ramanên Serok Apo kom bibin û xwe bi hêz bikin, bibin xwedî îradeyek azad.”

‘Ji bo azadiyê têdikoşe’

Dayê Meyan Şengalî jî bal kişand ser sedema komploya 15’ê Sibatê û da diyarkirin ku ji ber felsefeya jiyana azad li dijî berjewendiyên desthiladaran e komplo hatiye plankirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Rêbertî ne ji bo berjewendiyên xwe, ne jî ji bo berjewendiyên malbata xwe yan jî partiya xwe dest bi xebatê kir. Rêbertî ji bo azadiyê, wekehviyê, edalet û demokarsiya gelan xebat dide meşandin. Ji ber vê yekê îro hemû dewletên zilamsalar û kapîtalîst li dijî fikir û ramanên wî şer dikin. Ji ber ku azadî û demokasî tu car ne di berjewandiya dewletên desthiladar de ye. Eger azadî û edalet were bicihanîn wê dewletên desthilatdar hilweşin. Ji ber vê yekê dewletên desthilatdar ên komploger bi hemû şêwazan hewl dan serokatiyê dîl bigrin û bi xiyanetekî gelekî mezin bi destên hemû dewletan komplo li ser Serokatî dan meşandin û bi bêbextiyekî mezin radestî dewleta Tirk kirin.”

‘Me bi fikrê wî azadiyê nas kir’

Meyan Şengalî qala guhertinên ku jinên Êzidî piştî fermanê jiyane û wiha got: “Beriya fermanê jinên Êzidî nikaribûn mafên xwe bixwazin. Îro li hemberî dewletan radibin û têkoşîna xwe li hemberî hemû cîhanê radigihîne. Jinên Êzidî bi fikir û ramana Rêber Apo di hemû hucreyên jiyana xwe de têkoşîna azadiyê didin meşandin. Me berê rastî û şaşîtiyan ji hev cuda nedikir, başî xirabî me ji hev dernedixist. Lê niha em bi serbilindiyekî mezin li hember zilm û zaliman serê xwe radikin û bedena xwe dikin mertal ji bo parastina ax û civaka xwe. Êdî em li hemberî xiyanetê hewlest nîşan didin. Bi vê hêza ku me ji Rêber Apo girtiye çi kar li pêşiya me be em xwe jê dûr naxin û nabêjin em nikarin.”

Show More
Back to top button