Rêber Ocalan: Ji bo Êzidî tine nebin divê vegerin ser axa xwe

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî metirsiyên li ser Êzidiyan hişyariyên girîng dike û dibêje;  ”Çiyayê Şengalê timî ji bo Êzidiyên berxwedêr bûye stargehek. Ji bo Êzidî xwe biparêzin û hebûna xwe bidomînin, divê vegerin ser axa qedîm a Şengalê. Divê were zanîn çûyîna Ewropa ne rizgariye, tinebûne. Artêşbûna xwe xurt bikin, rêxistinbûnê pêş bixin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li girtîgeha Îmraliyê di hevdîtinên ku di dîrokên cûda yên pêşiya fermana 74’an û piştî fermanê de bi parêzerên xwe re kiribûn de, hem nirxandin hem jî hişyariyên girîng ji bo Êzidiyan kirine. Her wiha ji derveyî hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, di parêznameya 5’an a bi navê, ‘Kurdên di pencên qirkirinê de’ jî behsa Êzîdiyan dike. Dîsa helbestek li ser çiyayê Şengalê nivîsiye.

Rêber Ocalan di beşeke hevdîtina xwe de silav ji bo Şengaliyan dişîne û dibêje; “Ez silav û hezkirinên xwe di kesayetiya wan ciwanên welatê min yên berxwedêr û jinên ku serê xwe natewînin re dişînim. Ewên ku qet di dilên wan de agirê azadiyê nevemirî, ew gelê me yê egît ku li Çiyayên Şengala bûye warê Derwîş û Edûlê li berxwe didin silav dikim.

Çiyayê Şengalê bûye stargeh

Deşta Mûsil û Çiyayên Şengalê, yên ku di dîrokê de giştî hêzên xwestine agirê azadiyê bitefînin û tine bikin li hember êrîşên wan ên hovane bûye qada berxwedanên herî mezin. Çiyayên Şengalê her tim gelê me yên Êzîdi yên kû liberxwedane himbêz kiriye û bûye stargehek.

Em hemû hatin qetilkirin

Ruxmê ku ev heft sal in, ez ji bo Şengalê hişyarî dikim, ji ber tedbîr ne hate girtin, tiştên qêwimîn we dîtin. Di encam de dîmenekî wek DAIŞ’ên hov derxiste holê. Rexistinekî ku wateya howîtiyê derbaskiriye bê ku bêje zarok, jin, di despekê de Kurd, Turkmen, Ereb, Asurî, Êzîdî, Suryanî û bi gîştî gelên heremê û li hemberî bawerina komkujiyek hovane kirin. Ew serê zilaman jêdikin, dibêjin jin jî xanîmet in û digirin. Di rastiyê de yê ku hate qêtilkirin û hat tecawiz kirin em hemû bûn. Pewîst dikir ku dinya xera kiriba, iyamet rakiriba. Ger em pêşî lê negrin, qêtlîamên bi vî şewazî wê berdewam bikin û wê li her derê talanan bikin.

Tiştê kesî nekir, Tevgera Azadiyê kir

Yên ku di rastiyê de li Rojava jî, li Şengalê jî têkoşînê dikin em in. Tiştê kesî nikarîbû tevgera tekoşîna azadîya Kurd pêk anî. Bi DAIŞ re şer kir û ew têk bir. Tevgera azadîya Kurdan çawa karîbû vê bike. Ev lazim e baş bê fêmkirin. Ji bo li hember DAIŞ îrade, bawerî, biryar û jîrbûna şer kirine çêbibê, lazime li pişt wê fikrek, nêrînek hebê.

Hina jî gelê Êzîdî rûbirûyê qatlîaman e. Li Şengalê komek gerîlla hebûya, ewqas mirov nedihat qetilkirin. Êzîdîtî rayê ejdadê Kurd e. Ya em ê gelê Êzîdî biparêzin û şerefa xwe mayînde bikin yan jî wê Kurdinî tine bibe.

Vegerin axa qedîm a Şengalê

Berzanî û dewleta Tirk ji bo carekî din Êzîdî venegerin Şengalê wê her tiştî bikin. Ji bo Êzîdiyan ji Şengalê dûr bixin, ji Kûrdistanê dûrxin, her cûre şerê taybet, şerê psîkolojîk wê pêş bixin. Bi siyaseta şerê taybet, bi van rêbazan, dixwazin Êzîdiyan derxinîn Ewropayê. Ev tê wateya tûnekirina Êzîdîyan. Di rewşa heyî de li Şengalê zêde Êzîdî nemane. Ev rewş ji aliye dîrokî, civakî û çandî ve gelekî xeter e. Heke Êzîdî careke din venegerin ser axa xwe ya qedîm Şengalê, ev dê bibe felaketek mezin. Ji qirqirina hebûne xilas bûn, lê ji qirqirina çandî nikarin xwe xelas bikin. Ji bo ku Êzîdî karibin xwe biparêzin yek rê heye, ew jî vegera axa qadîm Şengalê ye. Dervî vê ne mûmkûne hebûna xwe ya dîrokî, çandî, bawerî bi parêzin. Çûndina Êzîdîyan li Ewropa, Elmanya nerizgarî ye, tûnebuna wan e.

Bila Êzidî biryara xwe bidin, biryar a wan e

Ya ku em li Şengalê didin kirin ev e. Bila Êzidî bi xwe biryarê bidin, çawa bixwazin biryar a wan e. Min hîn berê jî ji bo parastina gelê Şengalê gotibû ka pêwîst e çi bê kirin. Pewîst e, parastina xwe bi xwe bikin. Em nikarin wana di însafa pêşmergeyan de bihêlin. Ji ber vê sedemê şervantiya azadiyê ne hêsan e. Ez bang li tevahî kesên ku xwe li hember pêvajoyê û mirovahiyê berpirsiyar dibînin, dikim ku bibin neferek di xeta parastinê de û di şopa 12’an de têkoşîn bikin. Êzîdiyan vegerinîn ser xakan wan, xebatên Şengalê ji dagirkirinê ber bi rizgarkirinê ve bidin destpêkirin. Ji bo vê pêwîstiya hêzek parastinê têkuz dike.

Konfederalîzm ji bo Êzidiyan girîng e

Lazim e hûn li her cihî rêxistî bin. Rêxistina xwe ava bikin. Konfederalîzm bi taybet ji bo Êzîdîyan û Elewîyan girîng e. Dikarin sentezek baş çêbikin. Niha jî talûke berdewam dike. Îhtimal heye ku DAIŞ xwe komî ser hev bike. Rejîma Baas xwe komî ser hev bike, kevir li ser kevir nahêle. Li hemberî paşverûtîya Iraqê lazim e, têkoşîn bi van tifaqan bê meşandin.

Artêşbûna xwe xurt bikin

Ez niha tiştên ku jinên Êzîdî dijîn dibînim, pir xemgîn dibim. Bi taybet hûn jin, derfetên xwe komî serhev bikin, her tim asta xwe bilind bikin. Li hemberî her cûre qirêjiyên deshilatdariyan ku jinan biçûk dixin ev firseteke mezin ê. Mêr li hemberî dagirkeran winda kiriye, lê jin ji aliyê heman mêrî ve carekê din jî hatiye bindestkirin. Xweşiktiyên bêhempa hatine windakirin û xistine nav koletiyeke pir kûr. Xwe tanzim bikin û arteşbûna xwe xurt bikin.

Gelê me yê Êzidî yê di asta jor de bawerî û çanda xwe diparêzin silav dikim. Gelê Êzidî pir bi nirx e. Ez meclîsa wan pîroz dikim. Xebatên rêxistinbûnê li pêşiya hemû xebatan bigirin. Derveyî vê divê hûn eman nedin tu tiştên din.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button