Şîna ji bo fermandarên YBŞ’ê bi dawî hat

Ji bo fermandar Pîr Çeko û Agir Cefrî yê ku di 27'ê Sibatê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hatibû danîn. Şîna ji bo sersaxiyê îro bi dawî bû.

Ji bo fermandar Pîr Çeko û Agir Cefrî yên ku di 27’ê Sibatê de di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, konê sersaxiyê hatibû danîn. Şîna ji bo sersaxiyê bi merasîmekê bi dawî bû.

Di merasîmê de li ser navê malbata Pîr Çeko, Kerem Elî Bedel axivî û got “Em çiqasî pesnê şehîdan bidin jî kêm e. Birayê min li ser xeta azadiyê şehîd bû. Çeko ne bi tenê birayê min bû, birayê we gişan bû.”

Di merasîmê de Pakîze Celal ya ku dayîka şehîd Bawer e jî axivî û got “Ez ne tenê dayika şehîdekî me. Ez dayika hemû şehîdan im. Çawa ku kezeba me şewitî, bila kezeba xayînan jî bişewite. Em bi Çeko, Agir û Şêrzadan serbilind in û em ê li ser şopa wan bin.”

Li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Pîr Xêrî axivî û got “Em di şexsê van hevalan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin, em bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Çawa ku fermana 3’ê Tebaxê bi ser me hat, îro jî ferman didome. Çeko ne bi Şengalê li ber xwe da. Ew heta Reqayê çû û xwest dayik û keçên me ji destê çeteyan rizgar bike. Çeko dabû ser şopa heqîqet û azadiyê. Em bi dehan şehîdên wekî Çeko, Agir û Şêrzadan bidin jî em ê qadê ji dijmin re nehêlin û em ê îradeya gelê xwe teslîmî tu kesî nekin. Em sozê didin lehengan ku em ê dev ji Şengalê bernedin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser Xesal Reşo jî di merasîmê de axivî û got “Em ê hemû bi hev re van gef û lîstikên dijmin pûç bikin. Dijmin naxwaze em di nav jiyaneke xweser de bijîn. Dijmin dixwaze di şexsê van şehîdan de, civaka me bifetisîne. Lê bila her kes bizanibe ku em ê Xweseriya Şengalê mîsoger bikin.”

Di merasîmê de li ser navê TAJÊ dayîka Dijwar Feqîr, Xoxê Cindî jî axivî û got “Ez bang li civaka me dikim, bila zarokên xwe perwerde bikin û bi xayînan re nebin hevkar.”

Li ser navê PADÊ jî Saleh Êzidîn jî got “Dewleta Iraqê heke nikare asîmanê xwe biparêze, bila dev ji civaka me berde û bila hevkariyê bi dewleta Tirk neke. Em civaka Êzidî heta dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê li ser şopa wan şehîdan têbikoşin.”

Di merasîmê de sînevîzyona li ser têkoşîna Pîr Çeko hate pêşandan.

Merasîm bi tilîlî û sloganên şehîd namirin bi dawî bû.

Rojnews-Şengal

Show More
Back to top button