‘Yên fêrî bazdanê bûne nikarin nûnertiya me bikin’ 

Li Şengalê xebatên ji bo serxistina namzetê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) berdewam dikin. Bi vê boneyê îro li navenda Şengalê ji gel re civînek hate lidarxistin.

Ji bo hilbijartinên pêşwext yên Paralamentoya Iraq’ê tenê hefteyek maye û amadekariyên hilbijartinan li çar aliyê Şengalê jî berdewam dike. Ji bo xebatên hilbijartinê îro civîn li navenda Şengalê hatin lidarxistin.  Civîn di saet 14:30’an de li navenda Şengalê, li avahiya Meclîsa Gel pêkhat. Civîn bi boneya amadekariyên bo hilbijartinê û li ser hewildana dagirkirina hêzên PDK li Şengalê pêk hat.

Di dîvana civînê de Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel, Endamê mekteba Siyasî ya PADÊ Hadî Mehlo, Hevserokê Meclîsa Gel ya navenda Şengal Şêx Murad Xelef amade bûn.

Hemû sazî û dezgehên li navenda Şengalê û gundên derdorê wê tevlî civînê bûn. Civîna ku bi deqiqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan re destpêkir de agahiyên derheqê amadekariyên dawî yên ji bo hilbijartinê hatin parve kirin û di derheqê pêşketinên dawî de jî nirxandin hatin kirin.

‘Yên fêrî bazdanê bûne nikarin me temsîl bikin’

Civîn ji aliyê Endama Koordînayona Tevgera Azadiya Jina Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ve hate destpêkirin. Neam Bedel bal kişand ser polîtîkayên qirêj li ser xaka Şengalê û got ku ew ti demî nahêlin Şengal bê dagirkirin. Endama TAJÊ Neam Bedel bal kişand ser namzetên PDK ku li pey armancên qirêjin û wiha got; “Miletê me yê Êzidî ti carî qebul nake vegerin Şengalê. Yên ku lingên wan fêrî bazdanê bûne nikarin me temsîl bikin. Plana wan a 9’ê Cotmehê nikarin pêkbînin, pêk nayê. Berxwedaniya miletê me nahêle pêk bê.”

Neam Bedel bal kişand ser girîngî ya hevgirtin û tîfaqa di nav civaka Êzidî de û wiha pêde çû; “Dest bidin destê hevdu, tifaqê nav xwede çêbikin. Em nahêlin cardin ew werin.” Bedel cardin bal kişand ser hewildanên ketina hêzên PDK nav Şengalê û got ku heger namzetê PDK dixwaze were Şengal çima focayekî eskerî bi xwere tîne û wiha pêde çû; “Trampêla wê heye bila bi sayiqê xwe were bigere. lê heger dixwaze sulta wan bi xwere bîne em ti demî qebûl nakin.”

‘Rondike jî ji çavên wan nebarî’

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ Hadî Mehlo di nirxandinên xwe, di derheqê hewildana dawî ya  PDK’ê ku duh xwest bi hêzên çekdarî derbasî Şengalê bibe û hilbijartinan kirîbû hincet jî nirxand û wiha axivî; “PDK li çiyayê Şengalê mir, PDK cardin venagere ser axa Şengalê heya zarokek Şengalî jî hebe. Yên ku sebeba wan çiyayên Şengalê hatiye wêrankirin, talankirin, herî dawî jî 03.08.2014’an jî em ne ji goşt û xwîna wîne diye parastina me nekirin. Dema li Musilê çend peşmerge ketîbûn destê DAIŞ’ê de firoke birin ser wan, lê dema fermanê li ser dayîk û xwişkên me nebarandin. Ew hêstirên çavan li ser çar peşmergeyan de barandîbûn.”

Mehlo di dewamiya nirxandinên xwede bal kişand ser girîngiya beşdarbûn û rayê xwe ji bo vîna xwe bikaranînê û wiha pêde çû; “10’ê mehê roja dengdanê ye. Wek rojek reş ez dibînim heger em wek miletê Êzidî hişyar nêz nebin û neçin ser sindokan dengê xwe bikar neynin. Em bila wek rojiyek, wek ferz dest bigrin û û ji bo xwudanê xwe biçin ser sandokan û rayê xwe bidin.”

Hevserokê Meclîsa Gel ya navenda Şengalê Şêx Mûrad  Xelef jî di civînê de axaftinek kir û got; “Me ti dijmin ji xwere çênekir. Ew dijmin bi fenê hate ser me. 3’yê Tebaxa 2014’an ew ferman anîn serê me. yên destê wan têde hebûn em dizanin.” Xelef bal kişand ser xeteriya fermanan û got ku divê civaka Êzidî teqez tîfaqê di nav xwede ava bike.

Civîn bi tevlîbuna beşdarvanan berdewam kir. Hemû beşdarvanan jî hest û nêrînên xwe di derheqê hilbijartinan de bilêv kirin, girîngiya beşdariya hemû civakê bo hilbijartinan û baweriya ku PADÊ yê di hilbijartinê de serbikeve bilêv kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button