Ji ber Şengal aram e, nêzî 100 malbat ji wargeha Serdeştê vedigerin Til Izêrê  

Bi hevkariya saziyên alîkariya mirovî û dibin çavdêriya NY de nêzî 100 malbatên li wargeha Serdeşt ya Çiyayê Şengalê, vedigerin ser malên xwe yên li Til Izêrê. Veger ji ber aramiya li Şengalê pêkhat.

Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de bi hezaran Êzidî ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser mal û warên xwe koç kirin. Gelek ji wan berê xwe dan Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bi sedan malbat jî terka Şengalê nekirin û xwe spartin Serdeşt a Çiyayê Şengalê. Ji sala 2014’an ve bi sedan malbat li wargeha Serdeşt ya Çiyayê Şengalê jiyan dikirin.

Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo vegera koçberan ya ji bo warên wan, tişta dikeve ser milê xwe dike. Ji ber ku Şengal aram e, Rêveberiya Xweser bi salane xizmetê ji bo xelkê navçe, nahye û gundên Şengalê dike.

Piştî xizmetguzariyên ji bo nehya Til Izêr temam bûn, ewlekariya herêmê ket bin kontrola hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê de, êdî vegera koçberan ya ji bo Til Izêr roj bi roj zêde bû. Di nava du salên dawî de nêzî 500 malbat vegeriyan Til Izêr a Şengalê.

Di vê çarçoveyê de, îro bi dehan malbat ji wargeha Serdeşt ya li Çiyayê Şengalê, vedigerin ser malên xwe yên li Til Izêrê.

Rêveberê nehya Sinûnê Xwedêda Çûkê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku, bi hevkariya hin saziyên mirovî û dibin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, îro 89 malbat vedigerin ser cih û warên xwe yên li Til Izêrê.

Xwedêda bang kir ku Êzidiyên di nav wargehên Başûrê Kurdistanê de vegerin ser warê bav û kalên xwe. Xwedê da got ev tenê ne çareseriye, divê ji bo vegera Êzidiyên di wargehên Başûr de, tişta tê xwestin were kirin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button