Şengalî li dijî 74 fermanan meşiyan: Tolhildana fermanan Xweserî û xwe parastin e 

Şengalî bi meşeke girseyî 74 fermanên li ser Êzidiyan hatine şermezarkirin. Di meşê de li gel hêrs û dirûşmên tolhildanê, daxwaza naskirina Xweserî ji bo Şengalê li pêş e.

Li Şengalê çalakiyên bîranîna fermana 74’an berdewam dikin. Piştî ku danê sibehê çalakiyên av belavkirinê û rawestandina jiyanê, piştî nîvro meşekî girseyî hate lidarxistin. Meşa ku li ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir li Qada Şehîd Zerdeşt bi dayîna peyaman berdewam dike.

Jin û ciwanên Êzidî wekî her  carî pêşengiyê ji meşê re kirin. Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel ku ji bo salvegera fermanê derbasê Başûrê Kurdistanê bûne, tevlî meşê bûn. TAJÊ, Tevgera Ciwanên Êzidî, PADÊ, Tevgera Çand û Huner, Meclîsên Gel, Desteya Oldarên Êzidî, Serok eşîr û gelek mêvanên din tevlî meşê bûn.

Di meşê de hêrs û dirûşmên tolhildana fermanê û daxwaza Şengalek azad û Xweser li pêş bû. Di meşê de bênavber dirûşmên “Bijî Berxwedana Şengalê”,  “Bijî Berxwedana YBŞ’ê”, “Şehîd Namirin ”, “Bimre Îxanet” , “Kî Revî, PDK”, “Êzidî Natirsin” hatin gotin. Di meşê de pankarta bi dirûşma, “Tolhildana 74 fermanan, xwe parastin û xwe rêvebirine” hatine hildan. Her wiha wêneyên qurbaniyên fermanê, şervanên YBŞ û YJŞ’ê yên di parastin û rizgarkirina Şengalê de şehîd ketine, posterê Mam Zekî, Zerdeşt Şengalî hatine rakirin.

Merasîma leşkerî hate kirin

Piştî meşê bernameya bîranîna fermana 74’an destpê kir. Bernameya bîranînê di bin navê “Bersiva Jenosîda 74 Fermanan Naskirina Statuya Xweseriya Şengalê Ye” tê lidarxistin. Di qada merasîmê de bi sedan şervanên YBŞ-YJŞ’ê û Asayîşa Êzîdxanê di merasîmê leşkerî de amadene.

Her wiha serokeşîr û oldarên Êzidî, mêvanên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê, Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca û Semra Guzel, mêvanên ji Germiyan û Deşta Nînova, nûnerên artêşa Iraqê û gelek mêvanên din beşdarî merasîmê bûne.

Bername bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên fermanê re hate destpê kirin. Axaftina yekem a bernameyê ji aliyê yek ji fermandarên YBŞ’ê, Pîr Çeko Şingalî ve hate kirin. Fermandar Şingalî destpêkê di şexsê Mam Zekî û Ş.Zerdeşt de, di şexsê Dilşêr Herekol û Egîd Civyan de hemû şehîdên Şengalê bibîranî.

‘Mala Barzanî berpirsyarê fermanê ye’

Fermandar Şingalî di axaftina xwe de balê kişand ser berpirsyariya PDK’ê ya di fermanê de û wiha got: “Ew kesên ku xwe ji Şengalê berpirsyar didîtin, ji bo berjewendiyên xwe pişta xwe dan Şengalê. Mala Barzanî berpirsyarê fermana 3’ê Tebaxê ye. Di nav 2 saetan de Şengalê hiştin.”

‘Peymana 9’ê Cotmehê nayê qebûlkirin’

Şingalî her wiha Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, PDK û hikumeta Iraqê jî rexne kir û wiha pêde çû: “Ji niha pê ve tiştekî ku PDK û malbata Barzanî di nav de be wê ji aliyê civaka me ve neyên qebûl kirin. Wan Şengal vala kir û Şengalê teslîmî DAIŞ’ê kirin. Em tu carî vê xiyanetê ji bîr nakin.”

‘Emê Şengalê û gelê xwe biparêzin’

Şingalî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek hêzên YBŞ-YJŞ amade ne ku ji Şengalê heya Deşta Mûsilê, ji Mûsilê heya Bexdayê biparêzin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Yên ku dibêjin emê derbasî Şengalê bibin, em dibêjin keremkin werin. Şengal ne wekî 2014’an e. Gelek egîd û qehreman derketin. Em soza parastina axa Şengalê û rizgarkirina xwişk û dayikên xwe didin. Pêwîstiya gelê Êzidî bi parastina tu kesî nîne. YBŞ-YJŞ û Asayişa Ezîdxanê ji bo parastina gelê xwe amade ne.”

Pişt re li ser navê oldarên Êzidî Mam Bedel axivî. Mam Bedel, berxwedana Êzidiyan ya dîrokê ya li hemberî fermanan anî  ziman. Destxweşiya keç û xortên Êzidiyan kir ku gelê xwe diparêzin. Mam Bedel balê kişand ser mafê berxwedanê û got mafê berxwedaniyê bi qewl û beyt û qasideyan jî îspat bûye.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button