Parlementerên HDP’ê û şandeya Rojava peyamên piştgiriyê gihandin Şengaliyan

Parlementerên HDP’ê yên Bakurê Kurdistanê Feleknas Uca û Semra Gûzel, şandeyeke berfireh a ji Rojavayê Kurdistanê beşdarê merasîma bîranînê ya qurbaniyên Şengalê bûn, peyamên piştgiriyê yên gelê Bakur û Rojava gihandin Şengaliyan. Piştî peyaman merasîm bi sirûda Êzidxanê bi dawî bû

Bernameya bîranîna fermana 74’an ku bi beşdariya bi hezaran kesî destpê kir, bi peyamên mêhvanên ji Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê beşdarbûbûn, bi dawî bû.

Piştî peyamên meclîs û saziyê Şengalê, mêhvanên ji derve hatibûn Şengalê jî peyamên xwe gihandin Êzidî.

Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca jî yek ji beşdarên bernameya fermanê bû û axaftinek li ser salvegera fermanê kir. Uca di destpêka axaftina xwede silavên sazî û dezgehên Bakurê Kurdistanê yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ji gelê Êzidî re gihand. Uca got ev ferman ne tenê li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî, her wiha li ser hemû civakan pêk hatiye. Uca got ku civaka Êzidî serê xwe daye lê sira xwe nedaye û wiha berdewam kir: “Em ê li birînên Şengalê xwedî derkevin. Ne 74 ferman, ne Peymana 9’ê Cotmehê, ne jî DAIŞ dikare li ber berxwedana gelê Şengalê bisekine.”

‘Bi pêşengiya jinan berxwedan pêş ket’

Parlamentera HDP’ê ya Amedê û Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Semra Guzel di axaftina xwe de îşaret bi bandora fermanê ya li ser jinan kir û got:“ Bi pêşengiya jinan berxwedaneke mezin hate kirin. Jin bêdeng neman. Axa xwe, hebûna xwe, zimanê xwe û ola xwe parastin.”

Ji Rojavayê Kurdistanê şandeyek mezin tevlî bû

Ji Rojava û Bakûr-Rojhilatê Sûriyê jî şandeyeke mezin a ji nûnerên gelek saziyan beşdarî merasîmê bûn û peyamên xwe gihandin Şengaliuan. Hemû endamên şandeyê di axaftinên xwede balê kişandin ser êrîşên li ser civaka Êzidî ku qirkirinê armanc dike

Bername bi dirûşmeyên berxwedanê û bi sirûda Êzîdxanê bi dawî bû.

ROJNEWS-BERÎTAN ZAGROS

Show More
Back to top button