‘Li ser axa xwe jiyankirin ji ya xerîbiyê xweştir e’

Civak Êzîdî her tim girîngî daye xweza û çandîniyê. Bi taybet çiyayê Şingalê her tim ji xwe re weke stargeh dîtine û xwe di çiyan de parastine. Serdeşta Çiyayê Şingalê yek ji van stargeha ye ku civaka Êzîdî xwe ji Fermanê rizgar kirine.  

Telal Alî Endaziyar e û li Serdeşta Çiyayê Şingalê mêşên hingîv xwedî dike ji Radyo me re peyîvî û got: “li vir mêşên me yên hingîv hene û ez wan xwedî dikim û di heman demê karê çandiyê jî dikim. Ji ber Serdaşta Çiyayê Şengalê cihekî xwedî siruştî û têr çandînî ye min mêşên hingîv li vir anîne. Bostanê bacanên sor li kêleka mêşên min heye lê mêş zêde ser wir nagerin diçin cihên din digerin.”

Alî di heman demê de di derbarê zehmetî û xwedîkirina mêşên hingîv de jî wiha got: “Ger şingehiyek zêde ya xwezayê hebûya xwedîkirina mêşan gelek xweş û  isal ji ber nebarîna baranê jî zêde çere nebû û giya zû hişk bû. Bi taybet li ser axa Şingalê jî xwedîkirina mêşan gelek baş e. “

Her wiha şêniyê bi navê Mam Nemîr Hisên ku li Serdeşta Çiyayê Şingalê bi xwedîkirina pez debara xwe dike di derbarê karê xwe de ji Radyo me re peyîvî û got: “Ez û kurê xwe li ser vî çiyayê şivantiyê dikin. Pez bi xwe neyê me ye. Ji bo debara xwe bi rê ve bibin em şivantiyê dikin. Zehmet e lê mecbur e. Em şev jî li vir dimînin. Serê siharê seet 4 em radibin pez berdidin ji bo çerandinê û seet 8 jî dîsa tînin cihê xwe. Zehemtiyên xwe gelek in û îsal jî çere gelek kêm e. Ev sê sale ez şivantiyê dikim.”

Mem Nemir Behsa jiyana xwe jî kir û got: “Emrê min 65 Sal in berê ez bi karê rezavaniyê re mijûl dibûm. Lê ev 3 sal e ez şivantiyê dikim. Her çend jiyana vir zehmet be û karê şivatiyê zehmet be jî lê mirov li ser axa xwe be ji axa xerîbiyê xweştir e.”

Xelîl Şingalî-Çira FM

Show More
Back to top button