YBŞ: Hevrê me Raman Zeko şehîd bû 

Fermandariya YBŞ’ê ragihand ku hevrêyê wan Raman Zeko di 7’ê Nîsanê de di encama qazayekê de şehîd bûye.

 Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanek xwe yê di 7’ê Nîsana 2022’yan de di qezayekê de de şehîd bûyî eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê wiha ye: “Hevreyê me Raman Zeko di dîroka 07.04.2022’yan de di encama qezeyekî de gihîşt şehadetê.

Rêheval Raman Zeko di sala 2017’an de li Hesawîk tevlî nava refên YBŞ’ê bû. Ew jî wek pêkhateyên me yên Ereb, ji bo yekîtiya Ereb û Êzidî pêş bikeve û di heremê de rewşa aramî pêk were kar dida meşandin. Ji roja tevlîbûyî heyanî bigihêje şehadetê çi erk û mîsyon ket ser milê wî, bê tereddût jiyan bike bi serkeftî erkê xwe bi cih anî. Ew bi vê sekna xwe ya şoreşgerî ji bo hevalên xwe bû mînak. Kesayetekî dilnizm bû, ku bi kedê re hatibû pijandin. Şehadeta hevrê Raman ji bo me û gelê me xemgîniyek mezin e.

Em ji malbata rêheval Raman re sersaxî dixwazin û dibêjin soza ku me daye şehîdên xwe em careke din dubare dikin. Doz û rêya ku hevrê Raman Zeko ji me re nîşan dayî, em ê heta dawî li ser vê rêyê bimeşin, em ê ji bo yekitiya Ereb û Êzidî pêk bînin heya dawî têkoşîn bimeşînin. Bi vê armancê em ê ala berxwedanê hilbigrin û bi serketinê ve tacîdar bikin.

Nasnameya şehîd:

Nasnav: Raman Zeko
Nav û paşnav: Faiz Abid Mihemed
Navê dayik û bav: Ayişta – Abid
Cih û dîroka şehadetê: 07’ê Nîsanê 2022 – Şengal”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button