‘YBŞ`ê hêza me ye, em ê li dijî dagirkeriya Tirk bisekinin’

Rûspiyên Ereb ên Şengalê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û gotin: "Em ê bi hêzên xwe yên iraqî re li ber xwe bidin ku Yekîneyên Berxwedana Şengalê jî di nav de ye"

Serokkomarê dewleta Tirk a Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê serdana Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bo Iraqê de da. Erdogan ê gefa êrişan li Şengalê xwar got: “Dibe ku şevekê em ji nişka ve bên.”

Bertekên li dijî gefên dewleta Tirk zêde dibin. Li gora anha ragihandiye rûspiyên eşîrên Ereb ên Şengalê bang li dewleta Tirk kir ku rêzê ji serweriya Iraqê re bigire.

Serokê Meclisa Gundê Um El-Zubyan a Şengalê Hezaa Miheye El-Dîb ê ji pêkhateyê Ereb gefên dewleta Tirk şemezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk,  DAIŞ`ê anîn û derbasî Sûriyê û Iraqê kir.

El-Dîb da zanîn ku ew destwerdana dewleta Tirk di kar û barên xwe de qebûl nakin û wiha pêde çû: “Em Îraqî ne û destwerdana dewleta Tirk di kar û barên xwe de qebûl nakin, em bi hêzên xwe yên iraqî re ne ku YBŞ`ê jê ye. Kijan hêzên dewleta Tirk derbas bibe em ê li dijî wan bisekinin.”

Rûspiyekî din yê bi navê Medxel Ehmed jî axivî, bal kişand ser dijminatiya dewleta tirk a dagirker û wiha axivî; “Rewşa herêma me aram e û divê dewleta Tirk neyê vir. YBŞ`ê hêzên iraqî yên hevbeş in û li hemû Şengalê hene ku ew jî zarok û hêzên me ne.”

Medxel diyar kir ku ew projeyên dewleta Tirk ku hewl dide li Iraqê pêk bîne red dikin û got: “Em dijî projeya dewleta Tirk a li Iraqê ne.”

Show More
Back to top button