YPJ: Parastina jinên Êzidî erka me ya sereke ye

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaiyek nivîskîşehîdên 3’yê Tebaxê bibîr anî. YPJ’ê di daxuyaniya xwe de got; “Em hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) parastina jinên Êzidî û hemû gelan weke erka xwe ya sereke a dîrokî dibînîn.Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike.”

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li ser civaka Êzidî pêk anî, bibîr anî.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Di salvegera fermana 74’an ku dikeve sala xwe ya 7’emîn de, tevahî şehîdên fermanê û şervanên ku canê xwe kirin sîper ji bo gelê me ye Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bikin, em bi minetdarî bibîrtînin û bejna xwe li hember wan ditewînin.

Ji dîrokê heta roja me ya îro gelê me yê Êzîdî gelek caran bi qirkirin û fermanan re rû bi rû man, lê belê tu caran jî dev ji çanda xwe ya berxwedêr bernedan. Di 3’ê Tebaxa 2014’ an de hêzên desthilatdar bi feraseta qirêjiya dewletên hogemon bi navê çeteyên DAÎŞ’ê êrişê cih û warê Derwêş û Edulan kirin. Hêzên desthilatdar fermana ku bi hişmendiya nîjadperest û faşîzm pêkanîn ve xwestin çand û dîroka gelê Êzîdî tune bikin. Fermana di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de gelek jin, keç, zarok û mirovên temen mezin bi awayek dijmirovahiyê ji ber îxaneta mala Barzan a ku ji dîrokê, heya roja îro, ji ber neparastina gelê me yê Êzîdî hatin qetilkirin, tecawîzkirin, revandin û di bazaran de hatin firotin.

Bi 12 siwariyên şagirtên Rêber Apo û bi sedan keç û xurtên Kurd ku bi evîna Derwêş û Edulan ji warên azad rabûn, berê xwe dan warê çanda mirovahiyê. Bi şer û berxwedaneke gotin kêm dibînîn ve gelê me yê Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê xilaskirin. Bi rizgarkirina Şengala pîroz ve gelê me yê Êzîdî, bi vîna xweya azad, xwe rêxîstinkirin, rêveberiya xwe ya xweser avakirin û bûne xwedî sazî û dezgeh. Xala herî sereke jî jin û ciwanên herêmê bi navê YBŞ û YJŞ’ê hêza xwe ya parastinê ava kirin.

Roja îro ji ber çavnebariya hukumeta Iraqê, mala Barzan û hevkarê wî dewleta mafya û çete a Tirkiye rojane bi awayên cûr be cûr êrîşî gelê me yê Êzîdî dikin û gefê li wan dixwin. Lê gelê Êzidî ku tu caran serî jî desthilatiyê re netewandine û xwedî çanda xwe derketine. Mafê hemû gelan yê parastina rewa heye ku li hember êrîşên dagirkeriyê bisekine. Roja îro jî gelê Şengalê bi hêza xwe ya parastinê hebûna xwe bi wate û mezin dike. Divê hemû cîhan xweseriya gelê Êzidiyan nas bikin û bizanibin ku hebûna gelê Êzidî hebûna civakan e, xweseriya gelê Êzidî pêşeroja azad a gelan e.

Em hêzên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) parastina jinên Êzidî, gelan û hemû gelan weke erka xwe ya sereke a dîrokî dibînîn. Hêzên me jî li hember fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hem ji bo vekirina korîdora navbera Şengal û Rojava hem jî, ji bo hawara jin û gelê Şengalê li hember çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin berdelên giran dan. Li Reqa yê de ku navenda çeteyên DAÎŞ’ê bû hêzên YJŞ’ê kêleka şervaên YPJ’ê şer kirin û li vê deverê dawiya zilma çeteyan anîn. Dîsa li Dêra Zorê ku pêngava tunekîrîna çeteyan de YPJ’ê bi YPG û QSD’ê re tekoşîna xwe bi serkeftî dawî kirin bi sedan jinên Êzidî ji destê çeteyan rizgar kirin û tola fermanê rakirin. Bêguman ev serkeftin bi yekîtiya ruhê jinên di azadiyê de bi israr in ve pêk hat û roja îro ev ruh xurtir dibe ji bo hêzên dagirker û mêtinger dibe tirsa herî mezîn. Li ser bingehê parastina van destkeftiyan ve em careke din soza xwe tola jinên hêsir hatine girtin dubare dikin.

Li ser vê bingehê em careke din ji şehîdên azadiyê re, dayîkên şehîdan re, hemû jîn û gelê Êzidî ku di fermanê de jiyana xwe ji dest dan re soza welatê azad didin, em dibêjin soza me wê bibe bilindkirina tekoşîna me.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button