Hevseroka PADÊ: Çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye 

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman detnîşankir ku îro bi milyonan kes dijî tecrîda girankirî û li rexa Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan, li ber xwe didin. Zehra got; “Têkoşîna Ocalan ya dijî pergala desthilatdariyê, di heman demê de têkoşîna mirovê azade, Rêber Apo hêz û îradeyeke xurt bi gelan re çêkir. Îro em dikarin bêjin, çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, dikeve sala 24’an. Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan roj bi roj girantir dibe, dewleta Tirk nahêle Rêber Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêkbîne û agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Dijî komplo û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, li seranserê Kurdistan û Ewrupayê çalakî tên lidarxistin. Hevseroka PADÊ Zehra Silêman derbarê armanca Komploya 15’ê Sibatê, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo û têkoşîna ji bo azadiya Ocalan, ji ajansa me re axivî.

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman destpêkê balkêşa ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan hêz û îradeyeke xurt bi gelan re çêkir. Bi milyonan kes îro xwe li rexa Rêber Apo dibînin. Dema sîstema desthilatdariyê hate avakirin, êdî mafê mirovahiyê jî li cîhanê nema. Li hemberî vê sistema desthilatdar û kapîtalîst yek ji kesên ku li hember rabûye, birêz Abdullah Ocalan e. Fikir û felsefeya wî ne ji bo kesayetane, ne ji bo kursiyan e. Fikir û felsefeya wî destê hemû mirovahiyê wekî zincîrekî azadiyê dike yek.”

Zehra Silêman têkoşîna Rêber Ocalan a li dijî pergala desthilatdar wekî têkoşîna mirovê azad binavkir û wiha dewam kir: “Mirov ne tenê ji bo xizmeta dewletê ye. Serok Apo vê rastiyê di tevahiya Rojhilata Navîn de wekî xeteriyeke mezin a li ser gel dît. Ji ber vê yekê xwest ku fikir û felsefeya xwe bi gelên Rojhilata Navîn bide naskirin.”

‘Têkoşîna Ocalan ji bo çareseriya Rojhilata Navîn e’

Zehra Silêman bandora fikir û ramana Rêber Apo ya ser gelên herêmê jî nirxand û destnîşan kir ku îro bi milyonan kes li pey vê fikrê azadiyê ne û wiha pê de çû: “Gel xwe gihand wê qenetê ku têkoşîna birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya Rojhilata Navîn e. Eger îro li ser vê fikir û felsefeyê çareserî li Rojhilata Navîn neyê avakirin, wê çareserî pêk neyê.”

Zehra Silêman êrîş û dijberiya sîstema desthilatdariyê ya li hemberî Ocalan jî nirxand û sedema vê yekê wiha şîrove kir: “Ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn têk bibin, dixwazin mirovatiyê di bin sistema xwe ya desthilatdariyê têk bibin. Çareserî û modela ku Rojhilata Navîn pê azad bibe, fikir û felsefeya birêz Abdullah Ocalan e.”

‘Tecrîd ji tirsa fikrê Ocalan e’

Hevseroka PADÊ dewama axaftina xwe de behsa tecrîda girankirî ya li ser Ocalan kir; “Dixwazin bi vê tecrîdê gelên ji Abdullah Ocalan bawer dikin, bitirsînin. Îro bi milyonan kes ji bo azadiya Serok Apo, azadiya Kurdistanê, ji bo çareseriya Rojhilata Navîn li rexa Serok Apo ne ber xwe didin. Em vê berxwedaniyê silav dikin. Serok Apo ev 23 sal in li zindanê ji bo çareseriya Rojhilata Navîn xetên esas datîne û li ber xwe dide. Ji bo vê jî îro bi milyonan mirov ji bo azadiya Ocalan û vale derxistina komployê li ser piyanin.”

Hevseroka PADÊ Zehra Silêman di dawiya nirxandina xwe de destnîşan kir ku çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ewê tu carî nikaribin li derveyî Îmraliyê çareseriya mirovahiyê deynin. Îrade û berxwedaniya birêz Abdullah Ocalan û ya gelan wê plan û komployên wan vala derxîne. Em di wê baweriyê de ne, ev fikir û felsefeya Abdullah Ocalan wê bibe azadî û çareseriya Rojhilata Navîn.”

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎ

Show More
Back to top button