Li kampa Dawidiyê destura dengdayînê nayê dayîn

Li kampa Dawidiyê ya Duhokê ku koçberên Êzidî yên Şengalê dimînin, rayedarên kampê îdîa kirine ku makîneyên dengdanê xirab bûne û nehiştine koçber dengên xwe bikar bînin. Heta niha jî dengdayîn destpê nekiriye.

Li gorî çavkaniyên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin, li kampa koçberan a Dawidiyê ya Duhokê, rayedar pêşwaziya koçberan ji bo dengdayîna parlamentoya Iraqê nakin. Li gorî yasaya hilbijartinê pêwîst îro koçber, hêzên ewlekariyê û nexweş dengê xwe bikar bînin. Lê li Kampa Dawidiyê heta niha jî dengdayîn destpê nekiriye.

Çavkaniyan destnîşan kir ku rayedarên kampê ji koçberan re gotine “cihaza dengdayînê xirab bûye, lewma hun nikarin dengên xwe bikar bînin, vegerin malên xwe” û nehiştine tu kes dengê xwe bikar bîne. Hat ragihandin ku heta van kêliyan jî li kampê dengdayîn destpê nekiriye.

Dengdayîn wê saet di 19.00’an de bidawî bibe.

ROJNEWS-DIHOK

Show More
Back to top button