Ciwanên Şengalê ji bo azadiya Rêberê xwe dimeşin  

Ciwanên Şengalê ji bo protestokirina komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwazkirina azadiya fizîkî ya Rêberê xwe meşa dirêj a ji Borikê heya Xanesorê dan destpêkirin. Tevî astengiyên artêşa Iraqê jî ciwan bi dirûşmên bijî, “Bijî serok Apo” û “Bimre xiyanet” berdewam dikin.

https://www.youtube.com/watch?v=05TYAKzP4f0

Ciwanên Şengalê Îro bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibû, meşa dirêj destpêkirin.

Girseya ciwanan bi sedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sembolên saziyên Şengalê rakirin. Her wiha di meşê de pankartên wekî, “Emê bi tolhildana Ciwanên Êzidî komployê têk bibin, azadiya Rêbertiya xwe mîsoger bikin” û tîşortên wêneyên Rêber Ocalan û nivîsa “Dem dema azadiyê ye”  li serin lixwekirin.

Di meşê de timî dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Kes nikare roja me tarî bike” û “Bimre xiyanet” tên gotin.

Artêşa Iraqê hewl da meşê asteng bike û wêneyên Rêber Ocalan neyên rakirin, lê rastê nerazîbûna ciwanan hat û meş jî bi biryardarî dewam dike.

ROJNEWS / ŞENGAL

Show More
Back to top button