Şêniyên Şengalê: Em dixwazin bi Rêber Ocalan re di Şengalek azad de jiyan bikîn 

Şêniyên Şengalê komploya navnetewî şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Şengaliyan gotin, bi naskirina fikir û felsefa Rêber Ocalan re wan xwe bi rêxistin kirin, saziyên xwe avakirin û êdî dikarin xwe bi xwe birêve bibin. Her wiha xwestin ew di Şengalek azad de bi Rêber Ocalan re jiyan bikin.

Gelê Êzidî derbarê 23’emîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe anîn ziman. Welatiyan komployê şermezarkirin û dan zanîn ew wan bî fikir û felsefeya Rêber Ocalan xwe bi rêxistinkirine.

Xeyrî Borik: Di serî de komploya ku li ser Serok Apo hatiye kirin em şermezar dikin. Yên ku mirovatiyê dixwazin dewlet yekser wan kesan digire,  êrîş li ser wan çêdike. Naxwazin însanetî çêbibe. Dewlet her carê êrişî tîne ser mirovên li pey şopa heqîqetê ne. Em vî tiştî qebûl nakin.

Çima niha êrîş li ser me tên kirin? Ji ber ku hêzên me yên parastinê hene ji vê hêza heyî ditirsin. Naxwazin em bibin xwedî hêzekî mezin. Qebûl nakin em xwe bi xwe, xwe rê ve dibin û hezim nakin.

Serok Apo ji bo ku gelê Êzidî xwe pêş bixe û hêza xwe ava bike û nas bike fikrek da Şengalê. Niha piştî naskirina fikrê Serok Apo gelê Şengalê hêzên xwe yên parastinê avakirin, meclisa xwe ya xweser avakirin. Gelek sazî û dezgehên Şengalê ava bûn. Fikrê Serok Apo nebûya hêza me û saziyên me ji ava nedibûn.

Bangawaziya min hemû gel bibin yek û Serok Apo rizgar bikin, Serok Apo were rizgarkirin hemû gel wê rizgar bibe.

Zozan Şingalî: Ev çend sal in Serokatî bê suc û bê sebep tê girtin em dewletên navnetewî şermezar dikin. Em wekî gelê Şengalê her tim li pişt Serokatî ne.

Di dema fermanê de yê bi hewara gelê Şengalê hat, şopdarên fikrê Serok Apo bûn. Serokatî bi hewara gelên bindest ve diçe, ji ber wê dewletên serdest serokatî dîl girtin.

Xwesteka Serokatî ew bû ku carekî were çiyayê Şengalê bibîne. Em jî wekî dayîkên Şengalê dixwazin Serokê me were berdan, em bi Serokê xwe re di Şengalekî azad de dixwazin jiyan bikin. Heta Serok azad nebe jin jî azad nabe. Em dixwazin Serok were Şengal rewşa jinên Êzidî, zarokên Êzidî bibîne.

Bila dilê Serok Apo rehet bibe. Piştî ku fikrê Serok Apo kete Şengalê jin û ciwanên Şengalê pêşketin. Niha Serok Apo di nav çar dîwaran de ye, em wekî jin divê rewşa ku Serokatî tê de ye ne rehetin. Em wekî jinên Şengal azadiya Serok Apo dixwazin.

Suwarî Xidir: Di serî de ji ber girtina Serok Apo em dewletên navnetewî şermezar dikin. Ji ber ku fikrê Rêber Apo fikrekî baş bû, însanî bû hate girtin.

Me piştî fikrê Serok Apo nas kir hêzên xwe parastinê, sazî û dezgehên xwe ava kirin. Bi hatina fikrê Serok Apo re di Şengalê de pêşketinên pir mezin çêbûn, em êdî ne hewceyê derve n. Hêzên me bi xwe hene. Gelê Şengalê xwe bi xwe rêve dibin. Bi hatina fikrê Serok Apo re em carakê din hatine cîhanê. Xwesteka me ew e ku em rojekî Serok Apo di Şengalek azad de bibînin.”

ŞENGAL-ADAR AVESTA

Show More
Back to top button