‘Bi şer bên wê bê bersiv nemînin’

Desteya Rêveber a Meclîsa Xweser a Şengalê (MXDŞ) bi amadebûna nûnerên PADÊ, TAJÊ û hemû sazî û dezgehên Şengalê îro li ser gefên li dijî Êzîdxanê û rêveberiya xweser û hêzên parastinê bi awayeke awarte li navenda Şengalê civiyabû

Desteyê piştî civînê bi amadebûna xelkê me encama civînê bi daxuyaniyekî eşkere kir. Bi navê xelkê Şengalê Endame Meclîsa Hesen Hecî axivî.

Hesen Hecî wiha got; “Ji bo mafên gelê Şengalê bi rêyên diyalogê bên garantîkirin, me heya niha serdana gelek merciyên olî, hikûmî û siyasî yên Iraqê kiriye û wan soz dane me ku daxwazên me bigrin ber çavan. Lê diyare ku sozên xwe pêknaynin. Em ji vir dibêjin, em şer naxwazin, lê eger ne bi diyalogê bi şer werin, wê bê bersiv nemînin. Gelê Şengalê dest ji mafên xwe bernade, divê hemû Êzîdiyên cîhanê jî piştgiriyê bidin ev îradeya Ezîdiyan a li Şengalê.”

Hesen Hecî diyar kir, ji dema DAIŞ li Şengalê têkçûye heya niha, komplo li pey hev li dijî xelkê me tên pêkanîn û wiha pêde çu, “Ji dema DAIŞ li Şengalê têkçûye heya niha bê navber komplo li ser Şengalê tên pêkanîn. Em dibêjin, gelo çi ji gelê Şengalê dixwazin? Çawa gelê şengalê vegeriyan ser cih û warê xwe, rewşa wwan başbû, dest bi jiyana xwe kirin careke din komployê xistin dewrê.”

‘Hikûmeta Iraqê bi van pêkanîn dibêje, em we nasnakin’

Hesen Hecî da zanîn ku gelê me êdî gîhiştiye wê astê ku xwe bixwe birêve bibe, zarokên Şengalê dikarin parastina axa xwe bikin û wiha axivî; “ Tiştên ku niha li Şengalê hene bi ti awayî dijî qanûnên Iraqê nîne. Hikûmeta Iraqê bi van pêkanînan dibêje, em hebûna we qebûl nakin, nasnameya we nasnakin, ti mafeke we di vê dewletê de nîne! Ev şeş sale, bi dehan car me serdana Bexda, Necefê, hemû rayedarên hikûmetê kir hemû jî soz dane me, lê heya niha yek sozên xwe pêkneanîne.”

Endame Meclîsa PADÊ Hesen Hecî da zanîn ku duh rayedarên hikûmeta Iraqê ji wan re gotine, em hebûna we ya li vir û hêzên we yên parastinê qebûl nakin û wiha pêde çu: “Di çarçoveya pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê de duh ji mere gotin, em hebûna we û parastina we qebûl nakin. Ji me koletiyê dixwazin. Em ji Iraqê re dibêjin, eger wê qanûnên xwe pêkbîne, bila ji bo hemû gelên Iraqê bi awayeke wekhev pêk bîne.”

Hesen Hecî dazanîn ew timî alîgirê rêbazên diyalogê bûne, lê, “Em dîsa dibêjin, em şer naxwazin, ji diyalogê re vekirîne û deriyê me ji guftugoyê re vekiriye. Lê eger bixwazin bi êrîş û tehdîtan bên ser me, em bi eşkere dibêjin, wê bê bersiv nemînin. Dibêjin bese, dawî li van komployan bînin. Jixwe heya niha we ti xizmetek ji bo gel nekiriye, tenê li pey komployan bûne.”

‘Bila Êzîdî xwedî li Şengalê derkevin’

Hesen Hecî bang li hemû xelkê me li her devereke cîhanê kir, ku ji bo parastina mafên sereke yên civaka me li Şengalê bi yekrêzî xwedî lê derbikevin û got, “ Ji bo em maf, nasname û Êzîdîtiya xwe li Iraqê biparêzin, divê Êzîdiyên li Şengalê û li herderê xwedî li Şengalê derkevin.”

‘Em dixwazin xwe birêvebibin û biparêzin’

Hesen Hecî her wiha diyar kir Papayê Vatîkanê ji bo şopandina rewşa ol û baweriyan serdana Iraqê kir, lê hîn negihîştiye cihê xwe komployek din dijî civaka me xistine meriyetê û ev tişt ji bo Iraqê got; “Eger baweriyên kêmîne yên li vir naxwazin, divê wê demê alternatîfek din pêşkêş bikin? Bila bihêlin em xwe bixwe birêve bibin, xwe biparêzin û pêşî li fermanan bigirin.”

‘Eger hun ne bi diyalogê bi şer werin, emê bersivê bidin’

Hesen Hecî di dawiya daxuyaniya xwede careke din hişyarî da û diyar kir, ew naxwazin li Şengalê şer rû bide û ev bang li hikûmeta federal kir; “Eger hun bi artêşa xwe bên ser me, emê jî bersivê bidin. Divê baş zanibin em carek din neheqiyê qebûl nakin û dest ji daxwazên xwe yên sereke bernadin. Heya rêya diyalogê hebe, emê li gel vê rêbazêbin, lê eger vê rêyê esas negirtn, divê herkes bizane wê êrîş dijî Şengalê pêk were û bûyerên nayên xwestin rû bidin.”

Di civînê de biryar hate girtin ku sibe xelkê me meşeke girseyî li navenda Şengalê lidarbixe. Wê xelkê me li gund û navçeyan jî beşdarê vê meşa navendî bibin û nerazîbûn nîşana zext û tehdîtan bidin.

ÇAVKANÎ: ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button