‘Divê Êzidî dijî êrişan bibin yek’

Şêniyên Til Ezêrê ragihandin ku şehîd Merwan ji bo civaka xwe bibû hêvî, ewê heya xeyalên şehîdan pêkwerin, di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Şêniyan got; “Tirkiye hertim dijminatiya Êzdatiyê kiriye, Iraq û Herêma Kurdistanê jî hevkarê êrişanin, divê Êzidî dijî êrişan yekîtiya xwe çêbikin.”

Li hemberî êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser xaka Şengalê, li dijî bêdengî û pişgiriya hikûmeta İraqê û PDK bi dewleta Tirk re her diçe bertek û nerazîbûna şêniyên Şengalê zêdetir dibe. Endamê Meclîsa Gel a Til Ezêrê û şêniyek Til Ezêrê behsa êrîşên li ser Şengalê kirin û gotin ku yê xeyalên şehîdên Şengalê bê pêkanîn.

BERÎVAN ŞENGALÎ- -ROJNEWS

Dewleta Tirk a dagirker di 7’ê Kanunê de bi balafira bêmirov, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû, zarokên Bedel ku di heman seyarê de bûn bi birîndarî ji bûyerê sax rizgar bûn. Piştî 4 rojan, roja 11’ê Kanunê vêcarê balafiran êrîşî avahiya Meclîsa Gel ya Xanesorê kir. Di encama bombebaranê avahiya meclîsê hilweşiya. Derbarê êrişan de şêniyên Til Ezêr ji Rojnews re axivî.

Destpêkê welatiyê bi navê Kehtan Xelîl ku di heman demê de endamê Meclîsa Gel a Til Ezêrê re axivî. Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker dijminê Êzdiyatiyê ye, dewleta Tirk ji kevnariya dîrokê heya niha êrişên xwe pêktîne û wiha pêde çû; “Dema êrîşî Efrînê jî, êrîşî Rojava jî kirin qubên Êzidiyan fecirandin. Li wir jî civaka Êzidî kirin hedef, yên nedizanîn qûranê bixwînin digirtin, wûnda dikirin. Ev êrîş û hewildanên wan li dijî baweriya Êzdîyatiyê ye. Her Êzidiyek li kûderê bibe bila bibe Tirkiyê dijminê xwe dibîne. Em jî Tirkiyê dijminê xwe dibînin. Berî sedan salan li Tirkiyê jî êrîşî Êzidiyan dikirin û îro jî êrîşî Şengalê dikin. Derfet bibînin yê Êzidiyek li ser xaka Şengalê sax nehêlin.”

‘Destê Herêma Kurdistan û Iraq jî têde heye’

Kehtan Xelîl destnîşankir ku destê rêveberiya Herêma Kurdistan û Iraqê di êrişan de heye, ger dewleta Iraq bixwaze Tirkiye nikare êrişan pêkbîne. Xelîl diyar kir ku bi taybet pêşengên civaka Êzidî dikin hedef û wiha pêde çû; “Dema DAİŞ êrîşî Şengalê dikir li ser gelek amûrên wan ala Tirkiyê hebû. Me jî dît ku Tirkiyê pişgiriya DAİŞ dike. Dema îro êrîşî pêşengên civaka me dikin eşkere tê dîtin ku dixwazin tola DAİŞ ji Êzidiyan rakin.”

‘Ş. Merwan ji bo civaka xwe bibû hêvî’

Endamê Meclîsa Gel ya Til Ezêr Kahtan Xelîl bilêvkir ku Merwan Bedel insanek xwedî mal, zarok bu û ew demek bû ji xebatên qada leşkerî derketîbû û behsa êrîşa pêkhatî kir.; “Ji malbata wî jî pêre hebûn. Li Xanesorê di nava malan de kirin hedef. Tirkiyê dijminê ola Êzdiyatî ye. Ş. Merwan jî pêşengek civaka Êzidî bû. Bi taybet bûbû hêvî ji bo civaka xwe. Ş. Merwan tinê yêkane lawê malbatê bû. Bavê wî jî di şerê Îranê de şehîd bûbû. Dema fermanê jî ji çiyayên Şengalê derneket, berxwe da. Çawa ku Derwêşê Evdê cihê xwe berneda. Gelek qehremanên civaka Êzidî hene, ev heval jî berdewamiya wan qehremanin. Daxwaza wan Êzidî cihê xwe bernedin. Daxwazê wan şehîdan hêdî hêdî pêktê.”

Tîfaq, tîfaq û cardin tîfaq

Kehtan Xelîl xemginiya xwe ji ber şehadeta Merwan Bedel dûbare kir û got ku êşa hatî jiyîn ne tinê êşa malbata wî ye, êşa hemû miletê Êzidî ye û nirxandinên xwe wiha bi dawî kir: “Tekoşîna wî ne tinê ji bo malbata xwe bû. Ji bo civaka xwe, welatê xwe bû. Êzidî hemû berketin. Kesayetên wek Ş. Zerdeşt, Mam Zekî, Ş. Beşîr û şehîdên din çêbûn. Wîndahiya her yêkî wan weke wûnda kirina çiya û deştek ya Şengalê ye. Çiyayên Şengalê jî bi van qehremanên wiha, bi berxwedaniya wan bi nav û deng bûye.”

Wek hemû şêniyên Şengalê Kehtan Xelîl jî bal kişand ser girîngiya ava kirina yêkbûn û tîfaqa civaka Êzidî û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tiştekî ku bi serê civaka Êzidî nehatî nema. Heger civaka Êzidî ya heyî karîba bûbûna rayek, bûbûna tîfaqek ihtîmal heye ku di nav Îraqê bi xwede hatîba çareser kirin. Heger civak berjewendiyên hizbî, şexsî bidin milekê û bibin yêk yê serbikeve. Ji bilî tifaqbûnê ti rêyek din nîne. Heger bibin tîfaq dikarin hinek tişt bê destxistin. Heger tîfaq nebe civak dibe ku gelek fermanên nû jî bijî.”

‘Emê xeyalê şehîdan pêkbînin’

Şêniyê Til Ezêr yê bi navê Elî Şengalî Jî di destpêka nirxandina xwe de anî ser ziman ku şehîdxistina Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda êşek gelekî mezin bi xwere anî. Elî Şengalî wiha axivî: “Bila dijmin dilxweş nebe û nefikire ku wan Êzidxan xistiye. Êzidxan nakeve. Êzidxana ku sala 2014’an bi ala YBŞ-YJŞ hatî hildan û bi xwîna şehîdan hatiye avakirin nayê xistin, nakeve. Bedelan emê bidin. Lê emê ti caran xeyal û armancên wan şehîdan neterikînin, emê wana pêkbînin. Me sozek daye vê axê, van şehîdan, vî gelî. Emê pêkbînin.”

Alî Şengalî got ku ew Merwan Bedel re dema berxwedana li hember fermana 2014’an de maye û bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Dema fermana 2014 rabû em bi Merwan Bedel re man. Bandorekî mezin li mirovan dikir. Dixwest Êzidxanek bedew, rast ava bibe, kîj me ba vêna fam dikir û didît. Fermandarek mezin bu. Dijminên me neyarê Êzdîyatiyê ne. Hukumeta İraqê diviyabû destûr nede Tirkiyê ku were ser xaka Şengalê û pêşengên vê civaka me bixin hedef. Em hemû bi van wendahiyê dawî diêşin. Lê bila bê zanîn ku me soz daye. Emê wan xeyalên şehîdan pêkbînin. Em soz didin destpêkê dayîka Merwan Bedel û wan dayîkan û dibêjin ku ti cara xwîna zarokên wan vale naçe.  Şehîdan xwestîbin çi bikin emê wêna li Şengalê pêkbînin.”

BERÎVAN ŞENGALÎ- -ROJNEWS

Show More
Back to top button