Li Şengalê zarokan 4’ê Nîsanê pîrozkirin

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê (SCP-ÊŞ) bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo ji bo dibistanên seretayî şahiyek biçûk li darxist. Di şahiyê de zarokan rojbûna Rêber Ocalan bi stranan, govendê û pêşbirkê pîrozkirin.

Saziya Perwerdeyê ya Civaka Êzidiyên Şengalê her sal bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Öcalan ji bo zarokên dibistanên Kurdî şahî lidar dixe. Îsal jî wê li çend herêmên cûda yên Şengalê şahî ji bo zarokên dibistana Kurdî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de li navenda Şengalê şahiyeke biçûk ji bo zarokên 3 dibistanan hate lidarxistin. Di şahiyê de axaftin hatin kirin, stran hatin gotin, govend hate gerandin û pêşbirk hate lidarxistin.

4’ê Nîsanê rojbûnê Rêberê Gelên bindest Abdullah Öcalan e. Bi vê wesîleyê li Şengalê li Medreseya Sor şahiyek ji bo zarokan hate lidarxistin. Zarokên tevlî şahiyê bûn kêfxweşiya xwe parve kirin û rojbûna Rêber Öcalan li hemû zarokan û tevahî civaka Êzidî pîroz kirin.

Axaftina vekirinê ya şahiyê ji aliyê Endama Koordînasyon Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel ve hate kirin.
Dayê Neam di axaftina xwe de rojbûna Rêber Ocalan li Rêber Apo, li tevahî civaka Êzidî, li zarokan, li mamostayan û li Gerîlayên Azadiyê pîroz kir.

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel hestên xwe yên derbarê rojê de bi van peyvan îfade kir: “Em bi hêvî ne ku emê bikarin rojbûna Rêber APO ya 76’an li Şengalê bi hev re pîroz bikin.”

Ji mamostayên dibistanê Roza Xalid jî têkildarî şahiya ku ji bo zarokan lidarxistine ji ajansa me re wiha axivî: “Rojbûna Rêber APO li hemû zarokan û civaka Êzidî û hemû civakên bindest pîroz dikim. Şahiya me bi kêfxweşî dewam dike û zarok gelek bi vê şahiyê kêfxweş bûne.”

Mamosta Sadûn Hecî yê dibistana Şehîd Şengal jî, vê rojê li Rêber Apo û zarokan pîroz kir û got: “Ev roj ji bo hemû gelên bindest bi wate û pîroz e. Em her sal bi boneya 4’ê Nîsanê şahî ji bo zarokan lidardixin.”

Zarokên tevlî şahiyê bûn jî, rojbûna Rêber Ocalan pîrozkirin û hestên xwe ji kamerayên me re vegotin.

Wê şahiyên zarokan ên bi boneya 4’ê Nîsanê li deverên cûda dewam bikin.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button