Şengalî li dijî çekên kîmyewî dimeşin  

Welatiyên Şengalê bi meşeke girseyî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG-YJA Starê ve proteste dikin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk nîşan didin.

Di van saetan de li navenda Şengalê meşeke girseyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gerîlayên HPG-YJA Starê lidardixin.

Di meşê de bi sedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPG û YJA Star, wêneyên şehîdên çekên kîmyewî yên gerîla hatine hildan. Li ser pankartê jî nivîsa, “Em weke pêkhateyên Şengalê bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser gerîla qebûl nakin” û “Gerîla rûmet, şeref û hebûna me ye. Em berxwedana gerîlayan li beramber çekên kîmyewî silav dikin” hatin rakirin.

Meşa ku ji ber deriyê Meclîsa Gel a navenda Şengalê destpêkir wê heya filkeya Yarmûkê ve diçe. Wê meş bi dayîna daxuyaniyên çapemeniyê bi dawî bibe.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button