‘Nûjiyan Erhan bi cesaret û kameraya xwe rastiyê nîşanî cîhanê da’

Berdevka TAJÊ Ferîde Şengalî Rojnameger Nûjiyan Erhan bibîranî û got:"Bi eşqeke mezin karê xwe dikir, bi cesaret rastiya êrîşên PDK û dewleta tirk ên li ser Şengalê nîşanî hemû cîhanê da."

Şengal-Rojnameger Nûjiyan Erhan di 3’ê Adara 2017’an de li Xanesora Şengalê dema êrîşên çeteyên PDK-AKP’ê dişopand, bû hedefa çeteyan û bi giranî birîndar bû. Nûjiyana ku ji serê xwe bi giranî birîndar bibû, ji bo dermankirinê yekser rakiribûn nexweşxaneya bajarê Hesekê ya rojavayê Kurdistanê, piştî 19 rojan di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da.

Bi boneya 7’emîn salvegera şehadeta Nûjiyan Erhan berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî ku bi Nûjiyanê re mabû, axivî û hestên xwe bi ajansa me re parve kir.

Ferîde Şengalî di destpêka axaftina xwe de di şexsê Nûjiyan Erhan de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî, diyar kir ku weke civaka Êzidî wan Nûjiyan Erhan bi dilekî nazik, ruhekî têkoşer û berxwedêr di dema fermanê de nas kirine û wiha got: “Mirov çendî behsa hevala Nûjiyan bike nikare hemû bîne ser ziman û dê kêm bimîne. Şehîd Nûjiyan rastiya civakê û jinên Êzidî ji cîhanê re radigihand, nîşanî hemû cîhanê dida lê dijmin vê weke xetereyek li hemberî xwe dît, ji ber vê yekê hevala Nûjiyan kir hedef û wê şehîd xist.”

Rastiyan nîşanî cîhanê da

Berdevka TAJÊ Ferîde Şengalî da zanîn ku hemû Şengaliyan Nûjiyan Erhan nas dikir û ev tişt anî ziman: “Hevala Nûjiyan jinên ku hatin revandin, jinên li ber xwe dan, rêxistinbûna xwe ava kirin, hemû bi kameraya xwe nîşanî cîhanê da. Şehîd Nûjiyan tevli gelek hemleyên li çiyayê Şengalê bû. Di dema bi temamî rizgarkirina Şengalê de ji destên çeteyên DAIŞ’ê, hevala Nûjiyan di her kêliyê de xuya dikir. Kêli bi kêlî hemû hemleyê kişand û bi hemû cîhanê da nîşandan. Tu carî xwe ji zehmetiyan nedida alî, tu carî negot ka ez li dawî bimînin, em şahidên wan rojan in. Çi bibûya bi dilekî rehet û berxwedêr digot ka ez biçim pêş çeperên şer. Gelek caran hevalan nedihiştin lê wê guh nedida hevalan û her dem digot divê ez biçim pêş çeperê û tiştên diqewimin hemû bikşînim.”

Bi eşqeke mezin kar û xebatên xwe dikir

Ferîde Şengalî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê û Nûjiyan Erhan bi hev re gelek kêliyên xweş derbas kirine û got ku ne tenê ji bo wê ji bo hemû jinên li ber xwe didan û rêxistinbûna xwe ava dikirin wisa bûye û bi van hevokan hestên xwe anî ziman: “Şehîd Nûjiyan hevala her kesê bû. Gelek caran min dixwest biçim çeperên şer lê heval digotin tu li gel hevala Nûjiyan bimîne, hûn her dem dixwazin biçin pêş, dema hûn wisa dikin hevalên din jî li we dinêrin. Daxwazeke mezin a hevala Nûjiyan hebû, dixwest her dem tevli hemû hemleyan bibe. Hemû hemleyên li Şengalê dişopand û nîşanî cîhanê da. Hezkirina min a li hemberî ragihandinê jî her hebû, dema min çav bi hevala Nûjiyan dixist, min digot ez ê jî weke wê bim. Min dît ku hevala Nûjiyan bi eşqeke mezin xwe dida ser karê ragihandinê da ku hemû rastî bên dîtin û nîşandan lê daxwaza min pêk nehat. Gelek caran ji min re digot ka tu nayê ragihandinê ba min. Min digot hevalan qebûl nekir. Ez ji bîr nakim hemleya Merîna û Sikinê bû ez çûm ba wê, em di konekê de bûn, şev û roj em bi hev re bûn. Lê bes dijmin kesên ku li ber xwe didin, rastiyan nîşanî civakê didan, dike hedef. Ji ber şehîd Nûjiyan keçên Êzidî jî dixwestin biçin ragihandinê û dixwestin wekê wê kar û xebatên derxistina rastiyan bikin. Heta niha jî ger ragihandin mabe ev bi ser ked û xebata şehîd Nûjiyan e. Em tu carî ruhê şehîd Nûjiyan ku di nav me de daye avakirin, ji xwe dûr naxin û ji bîr nakin. Jixwe şehîd her saksafon in û şehîd Nûjiyan jî her dem bi ruh û manewiyeta xwe li ba me ye.”

Êrîşên pêşmergeyên Roj û dewleta tirk

Di dema êrîşa li ser Xanesorê de di nav pêşmergeyên Roj de endamên MÎT’ê, çeteyên DAIŞ’ê û aliyên ku nedixwestin Êzidî xwe bi xwe bi rêve bibin hebûn. Li ser vê yekê jî Ferîde Şengalî bal kişand ser wan rojên êrîşê û wiha domand: “Em hemû şahidên êrîşên wê rojê ne. Jixwe dema şerê di navbera me û pêşmergeyên Roj de dest pê kir bersiveke mezin hat dayîn. Jixwe PDK’ê û dewleta tirk bi hev re talîmata êrîşê didan û ew kesên ku xwe di bin navên pêşmergeyên Roj de qamûfle kiribûn êrîş dikirin. Wê roje ji nişkave bi ser Şengalê de girtin em nizanibûn çi diqewime. Ji bo Rêveberiya Xweser û rêxistinên li Şengalê bê hêz bikin, bi hemû hêzên xwe bi ser Xanesorê ve hatin. Ger ew hêz roja fermanê nerewiyana û Şengalê biparastina dê keç û jinên Êzidî dîl neketana destên çeteyên DAIŞ’ê. Bi anîna wê hêza mezin gotin belkî em bitirsin lê berojavî bû. Rast e ew hêza ku bi ser me de hat mezin bû lê me ji bo xwe mezin nedît. Em hêzeke biçûk, bi hejmareke kêm li hemberî wê hêza mezin sekinîn. Hêz û îradeya deh kesên ku bi fikr û felsefeya Rêbertî xwe perwerde kiribûn li hemberî hemû hêzên mezin bû astengî. Ji ber vê yekê em jî wê rojê weke rêxistina Xanesorê çûn pêşberî wan. Şehîd Nûjiyan kêlî bi kêlî geşedan û bûyeran kişand. Jixwe meha sisiyan di navbera me û pêşmergeyan de şer qewimî, di wê şerê de hevalên me şehîd bûn, em bejna xwe li ber wan şehîdan ditewînin. Me jî gelek kesan ji wan kuşt, kuştiyên xwe îlan jî nedikirin û bi aşkera binax nekirin lê me 9 şehîdên xwe bi serbilindî îlan kir û veşart. Jixwe gel berxwedaniyeke gelek mezin nîşan da. Di wê êrîşê de şehîd Nûjiyan jî birîndar bû, ji bo dermankirinê wê birin rojavayê Kurdistanê kirin lê li wê derê şehîd bû.”

Kêlî bi kêlî kişandina rastiyê

Ferîde da zanîn ku Nûjiyan Erhan kêlî bi kêlî kesên ku dixwestin êrîş bikin kêşandiye û wiha axivî: “Bi rastî jî şehadeta Nûjiyan ji bo me gelek bi êş bû. Dewleta tirk û PDK’ê bi zanebûn Nûjiyan kirin hedef dizanibûn ku hemû rastiyên wan derdixist holê. Piştre şehîd Nûjiyan ji aliyê civaka Êzidî ve bû sembola berxwedana jinên Êzidî. Şehîd Nûjiyan li Şengalê ruhekî ava kir û dê heta dawiyê di dilê me de be.”

Êrîşên li ser ragihandinê

Ferîde Şengalî bal kişand ser êrîş û zextên li ser ragihandinê û ev nirxandin kir: “Niha jî em dibînin dijmin her dem ragihandinê dike hedef. Şerê herî mezin niha ragihandin dide û hemû rastiyan nîşan dide. Ji ber vê yekê her dem di hedefa dijmin de ye. Ger ragihandina li çiyayê Şengalê nebûya dê rastiya dewleta tirk, pêşmerge, PDK’ê û malbata Barzanî dernekta holê.”

‘Em ê her dem li ser şopa şehîd Nûjiyan bin’

Ferîde Şengalî bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heta dawî gavan paşve navêjin û her dem li ser şopa şehîd Nûjiyan bin. Heta dawî em ê rûmeta xwe biparêzin û warê xwe ji nû ve ava bikin. Nûjiyan, Nûjiyana Êzidxan û Şengalê ye, Nûjiyan li Şengalê jiyana nû ava kir û em ê her dem vê jiyana nû biparêzin.”

NUJINHA

Show More
Back to top button