Mam Kaka bûye hafizaya ferman û berxwedanê

Di şexsê kalekî zemanê de serpêhatiya civakekê xwedî êş, berxwedanî, koçberî û zilma mezin. Nemir Xelef Derwêş ku wekî Mam Kaka tê naskirin, mirov dikare ji nav axaftinên wî hemû serhatiyên civaka Êzidî û Çiyayê Şengalê hîn bibe. Mam Kaka di ciwaniya xwe de xortekî geriyayî, di pîrbûna xwe de kalekî zemanê ye ku bûye hafizaya ferman û berxwedanê.

Her destanekê bi qehremantiyê destpêkiriye, her dîrokekê jî xwedî bi dehan destanên serkeftin, êş, zilm û zordariyê ye.

Eger bixwazî serkeftina hêzeke leşkerî bidî naskirin tuyê bi fermandarek an jî şervanekî re tarîfê wê serkeftinê bikî, eger bixwazî çîrokeke evîniyê bikî roman, tuyê bi aşiqekî re rûnê û serhatiya wî/wê guhdar bikî. Dîroka Êzidiyan jî eger em şirove bikin pêwîste em bi kalekî zemane re rûnên û bi baldarî guhdariya hest, gotin û ramanên wî bikin.

Gotinek heye dibêje “Eger dixwazî dîroka cihekî baş nas bikî bipirse ji kalekî zemane an jî ji xortekî geryayî.” Me jî xwest em serhatiya civaka Êzidî ji kalekî bipirsin da ku bi dilê wî em serhatiya gelekî pênase bikin.

Nemir Xelef Derwêş ku di nava civakê de bi Mam Kaka tê naskirin me jê serpêhatiya wî guhdar kir. Dema serhatiya Mam Kaka tê guhdarkirin, eger mirov baş li ruyê wî binêre û dilê xwe tevlî nav hestên wî bike, di esasê de mirov dikare ferman, talan, koçberî û di heman demê de berxwedaniya civaka Êzidî tarîf bike. Ji ber ku Mam Kaka takek ji civakekê ye ku di 74 fermanan re derbas bûye.

Mam Kaka di şexsê xwe de wê peyamê dide ku civaka Êzidî di nava kevirên Çiyayê Şengalê de dûr ji berjewendiyên siyasî jiyaye. Tûtina Geliyê Kersê û mistek ji ava Kaniya Pîrexayê bi têrî kiriye ku Êzidî çandeke bi hezaran salan di nava hemû êrîşên dijmin de biparêzin. Ev mista avê ji bo Êzidiyan ne tenê têr vexwarinekê avê ye belkû hêz û îrade ye… Kolekî ji kevir û heriya Berdehlê, ji bo Êzidiyan bûye şûna wezaret, parlemanto û navenda parastina hemû nirxên civakê.

Ji hevokên Mam Kaka ji me re diyar dibe çavê dijminê dagirker her li van nirxan bûye. Lê ji bo parastina van nirxan jî civakê herdem xeta berxwedaniyê hilbijartiye. Di wê demê de eger ciwanek karibe mehînê bibezîne ew bi nav û deng e. Malbatekê xwedî çend darên hêjîrê jî ti carî bi birçîbûnê nedifikirî. Ji bo wan bostek axa sor a welat, li şûna qesir û qonax, cih û war, kêf û seyaranê ye.

Yekem gundê Êzidiyan li deştê

Di serhatiya jiyana xwe de Mam Kaka dibêje ji bo civaka Êzidî karibe hê bêtir bibe xwedî hêz û li derdora hev kom bibe wan biryar daye ku cara yekem li deştê jî gundekî ji xwe re ava bikin û wiha behsa wê çîrokê dike: ‘Avakirina gund ne karekî hêsan bû lê me ti carî jî nedigot derfetê me nîne. Di temenê xwe yê piçûk de me pêşengtî ji avakirina Gundê Xirbatê Qewala re kir. Gundê ku ji ax û heriya Şengalê wê bê avakirin, dibe destpêk û gaveke nû ji bo berfirehkirina erdingariya ku emê lê jiyan bikin. Ji ber wê jî him bi dilekî tirs û him jî bi kelecaneke mezin me ev gav avêt. Ji ber ku dibe cara yekem ku Êzidî dixwazin ne tenê li çiya belkû li deştê jî bibin xwedî ax û mal. Di avakirina gund de tirsa êrîşên djimin hê zêdetir dibe lê dîsa jî me ev gav avêt û gundê Xirbatê Qewala ku niha li Tilezêre ye me avakir. Di wê demê te amûrên çandin û çinîna berhemên dexil û dan nebûn, dema ku ev mekîneyên hilgirtina berheman pêş ketin di destpêkê de ji me re pir ecêb dihatin û kesekî newêriya xwe nêz bike ji ber ku ji me re tiştek nû bû.”

Mam Kaka 70 salên ji temenê xwe di gundê Xirbatê Qewala de derbas dike, jiyana wan herdem bi xwedî kirina pez û çandiyê derbas bûye. Derba herî mezin ku li civakê ketiye, kêm bûna asta avê li Şengalê bû. Li hemberî êrîşên dijmin berxwedanî pêş diket lê li hemberî kêm bûna avê deriyê berxwedaniyê teng dibe, ji ber vê careke din li kaniyên avê xwedî derdikevin ku ev kanî jî di nav çiyê de bû.

Pêşmergeyên Mistefa Berzanî û siyaseta hikumeta Beasê

Di salên 1970-1980’an de hin pîlanên desthilatdariyê li Êzidiyan tê ferzkirin ku Mam Kaka vê pêvajoyê wiha şîrove dike: “Me çepik ji bo Mele Mistefayê Berzanî lê da, êdî hikûmeta Beasê ji m ere bû dijmin û biryar dan ku me ji çiya qut bikin. Dema destê me ji çiya hate qutkirin me got mala me xira bû. Ji ber tiştek wekî berê namîne.’’

Ji nefesa ku Mam Kaka dikişand êşa dûrbûna ji Çiyayê Şengalê  xweş xuya dikir ji ber ku êdî ew mista ava Kaniya Pîrexayê, destek ji tûtina Geliyê Kersê, vexwarinekê çayê di nava Kolikê li Berdehlê ne hêsan bû. Destê wan ne tenê ji çiya hate qutkirin. Belkû ew îradeya li çiyê û jiyana xwezayî ya civakê wê careke din ji Êzidiyan re neba qismet!

Liber çavê wan hemû gundên li çiyê tên şewitandin û ew jî li nav komalgehê tên bicihkirin. Li vir tenê rêyek ji Êzidiyan re dimîne ew jî xwe dûrkirina ji pêşmergeyên Berzanî û lihevkirina bi dewletê re ye. Êzidî neçar dimînin ku vê qebûl bikin lê ev qebûlkirin nabe sedem ku Êzidî vegerin nava jiyana li çiya.

‘Keda me ji ber Mistefa Barzanî bi avê ve çû’

Dewleta Iraqê, daxwaza leşkerkirina gêncan jî li wan dike û Mam Kaka dibêje: “Gava destpêkê komkirina çekên di destê gel de bû, min bi destê xwe li baregeha artêşê ya li Şengalê çeka xwe radestî wan kir, tenê di wê rojê de 1500 çek ji destê gel derxistin. Piştî vê yekê êdî li gor temenê wan her kesekî 18 saliya xwe temam kiribe êdî pêwîst bû bibe leşkerê dewletê. Di nava gel de ti ciwanek nema, hemû kirin leşker. Di nav gelek malan de kesekî karibe karê malê bike nehiştin û her kes bi cilên leşkerî bû û bûn xizmetkarê dewletê. Ew dem ji me re wekî roja Fermana 3’ê Tebaxê bû, ji ber ku mal ji çiya derxistin û her kesek li qadekê bû, ava vexwarinê û avahi nebûn, êdî gel neçarkirin ku di destpêka payizê de ji bo zivistanê li ber sermayê nemînin ji xwe re malan çêbikin. Li Gundê Xirbatê Qewla bîrên me yên avê hebûn, hemû gel li dora me kom bûn av ji wan bîra birin. Hemû komalgehan li cihên ku avê şêrîn lê tune bûn dan avakirin, ev jî wek cezayekî li ser me bû ji ber destek dayîna me ya ji Mele Mistefa re bû. Ev keda ku me dayî hemû jî li ba Kurdistana Başûr di ber avê de çû û bi ti awayî li me xwedî derneketin. Ciwanên me bûn leşkerI îraqê û ew di nava şer de bûn. Li ber axa Iraqê de Êzidiyan 1500 şehîd dan lê ev jî hate jibîrkirin.’’

Dûrketina ji Çiyayê Şengalê û fermana 2014’an

Mam Kaka zehmetiya ku di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de jî dîtiye wekî encamê dûrketina ji Çiyayê Şengalê binav dike û dibêje: “Ji çar aliyan ve êrîş ser me kirin, em neçar kirin ku berê xwe bidin Çiyayê Şengalê, her kesekî nereve çiya pêwîst e ola xwe biguhere, lê Êzidiyan ev qebûlnekirin û berê xwe dan çiya. Di nava germahiya havînê de em li çiya man. Ji ber ku bi salan me dest ji çiya berdabû hemû kaniyên avê çikiyabûn, ne jî rez û bax hebûn lewma zehmetiyeke gelek mezin me di dema fermanê de dît. Me nekarî em derbasî çiyê bibin di serdema Sedam de ji ber ku her kesekî nêzî çiya bibaya çarenivîsa wî kuştin bû. Li ber çavê min dema Miradê Qûlê ku yek ji gundiyên me bû li çiya çandinî dikir, hikûmet bi balefiran hatin ew birin û li navenda Şengalê kuştin. Me gelek ked da û ev ked bi tune çû. Sedemê windakirina vê keda me jî em bi xwe ne, ji ber ku em nabin yek. Ev ne yekbûna me jî dibe sedem ku em herdem di fermana re derbas bibin.Ew mal û  milkê me ku me bi salan kom kiribû li deştê me nekarî em biparêzin û me hemû di cih de hişt. Dema em li komalgehan bi cihkirin ji me re fermana herî mezin bû.”

Kêliyên Fermana 3’ê Tebaxê

Dema behsî dike, kêliyên êvara 2’ê Tebaxa 2014’an li ber çavê Mam Kaka ne ku bi keser wiha dibêje: “Tenê yek doçka li Tilezêr hebû lê di dema roj ber bi avabûnê ve diçe, pêşmerge vê doçkayê jî ji Tilezêr vedikşînin, me hewil da bi wan bidin famkirin ku xeteriya DAÎŞ’ê heye lê wan em guhdar nekirin û çekên xwe ji Tilezêr birin. Di wê êvarê de êrîşa çeteyan li ser me destpêkir. Me got emê liber xwe bidin lê ji ber ku hêza me ya parastinê kêm bû, vê berxwedaniyê zêde dewam nekir û em neçar man birevin çiya. Êzidî bê xwedî man, ne pêşmerge em parastin û ne jî kesekî li me bibe xwedî ma. Êzidî ne ji tirsa belkû ji ber îxaneta lê hatibû kirin ji ber DAÎŞ’ê reviyan. Êdî em hatin di nava çiya de ji bilî hevalan (gerîlayên PKK’ê) ti kesekî li me bibe xwedî nebû, heval kon li ser gel belavkirin lê hêza wan jî bi têrî nedikir ku hemû pêwsîtiyên gel pêşwazî bikin, gelek kes hebûn bi rojan li ber tava rojê man heye ku hevalan kon dan wan.’’

Nîqaşa di navbera Mam Kaka  û Aştî Koçer de

Yek ji bîranînên Mam Kaka ya ji kêliyên Fermanê, serpêhatiya wî ya bi berpirsê pêşmergeyên PDK’ê Aştî Koçer re ye. Mam Kaka vê serhatiyê wiha vedibêje: “Rojane di seatên sibehê de bi balefiran pêşmerge dihatin li çiya diman û bi şev jî diçûn. Gel jî bê xwarin û vexwarin mabû. Her kes tî û birçî bû. Ez çûm gel pêşmergeyan û min ji berpirsê wan re got, eger hun dixwazin xizmeta gel bikin xwarin û vexwarinê bînin ti vadeya me bi pêşmergeyên ve nîne, va gel ji birçîna dimire. Zarok bê xwarin in û av nîne. Tu hatiyi bi van pêşmergeyan  Çiyayê Şengalê biparêzî? Bersiva berpirsê wan, got na. Min jê re got ev balefir ji bo ku alîkariya me bikî hikûmeta îraqê dane we, ne ji bo veguhastina pêşmergeyan e. Min jî gef li pêşmergeyan kir yan hunê bi van balefiran xizmeta gel bikin an emê qebûl nekin hun derbasî çiya bibin, me got ger carekî din hun van pêşmergeyan bînin yan emê wan bikujin yan jî ewê me bikujin. Pêşmergeyan dixwest jinan ji çiya derxin, wan baş dizanî eger jin ji çiya xilas bibin ewê zilam jî nemînin û ji çiya derkevin. Me  got em ne jin û zarokan dişînin û ne jî em terka çiyayê xwe didin.”

Gihiştina şervan û gerîlayan û destpêka jiyana nû

Destpêka nû ya ku Êzidî wê dest bi jiyanê bikin, mudaxeleya gerîla û şervanan a li Şengalê bû, Mam Kaka bi haçaveke zelal wan rojantîne bîra xwe û wiha berdewam dike: “Di wan kêliyên ku her kesekî pişta xwe dide Şengalê de gerîla xwe gihandin hawara gel, êdî gel wê ne reve belkû wê li ber xwe bide û parastina malên ku di nava çiya de mabûn bike. Gel di nava çiya de hate hiştin, her kesekî karîbûya dest avêtin çeka xwe û li kêleka gerîla û şervanan ketin nava berxwedaniyê. Li gundê Gabara me bi gerîla û şervanan re derbeyên mezin li DAÎŞ’ê dan û bi saya wan me karibû em li ber xwe bidin. Me şer dikir lê bi hatine hevalan re êdî ev şer mezin bû. Hevalan ji bo parastina me gelek şehîd dan.’’

Mam Kaka ji ber ku li çiyê bû û her li kêleka gerîla û şervan bû dibe şahidê şehîd ketina gelek şervan û gerîlayan lewma wan kêliyan ji bîr nake û heya niha jî dixwaze keda hevalan bi her kesekî bide famkirin. Nemir Xelef Derwêş, ango Mam Kaka ku di temenê xwe yê 75 salî de ye bi vî temenê xwe ve di nav Meclîsa Gel a Serdeştê de cihê xwe digire û dixwaze keda tevgera azadiyê di ber wan de daye bixe mohrekê û li serhatiya jiyana xwe bide.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

18/03/2024 

Show More
Back to top button