Li Şengalê 19 endamên nû tevlî Asayîşa Ezidxanê bûn

Li Şengalê ji dewreya Şehîd Dijwar a Akademiya Şehîd Şengal, 19 endamên nû bi merasîmekî leşkerî dewreya xwe bi dawî kirin û piştî sondxwarinê beşdarî nav refên Asayîşa Êzdîxanê bûn.

Li Şengalê bi merasîmekê 19 endamên nû tevlî Asayîşa Êzidxanê bûn. Endamên nû yên beşdarî Asayîşa Êzidxanê bûne ji gund û bajarokên Şengalê ne. Merasîma leşkerî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê û şehîdên 74 fermanan destpê kir.

Dewreya Asayîşa Êzdîxanê 30 rojan dewam kir. Di nava van 30 rojan de li ser disîplîna leşkerî, dîroka Êzîdxanê û xweparastinê perwerde hate dayîn. Di merasîmê de li ser navê fermandariya Asayîşa Êzdîxanê Zinar Feqîr axivî û di serî de dewre li endamên nû yên Asayîşê pîroz kir û got;” Em wek civaka Êzidî dijminê ku dixwazin me qir bikin gelekin, di serîde dewleta Tirk a dagirker û hevakarên wan ku dijminê koka mene, planê xwe liser gelê me û Şengalê didin meşandin. Bi balafiran liser Şengalê êrişa dikin, ji bo ku em dest ji vê dozê berdin. Em wek asayîşa Êzdîxanê di vê demê de ku em dewreyek xwe bidawî dikin, bersiva herî mezine ji bo dijimin, em dikarin vê dewreyê wek tolhildana şehîdan binav bikin.”

Feqîr di dewama axaftina xwe de got; “Ji bo parastina vê civakê bedel çibe bila bibe, emê parastina civaka xwe teslîmî tu kesekî nekin, me soz daye û em liser soza şehîdên xwene. Ji ber ku em rastî gelek fermanan hatine û nehatine parastin, ji bilî berxwedaniyê tu rêyek meya din nîne. Bi vê ked û têkoşîna xwe her wiha bedelên me dane, jiyana azad me heq kiriye û mafê meye ku em azad bijîn.”

Piştî merasîma leşkerî li ser navê Desteya Rêveber a Şengalê Xwedêda Iliyas jî axivî û da diyakirin ku dema ciwanên Êzidî liber axa xwe û parastina vê civakê de berpirsiyar dibînin, ev hêz û moral li keda şehîdan xwedî derdikevin û wiha dom kir; “Ev îradeya ku li Şengalê pêşketiye û wisa kiriye gelê me xwe liber civaka xwe de berpirsyar bibîne, bi keda Rêber Apo ye. Ji bo civaka me karibe azad jiyan bike û xwe bi xwe birêve bibe berxwedaniya gel tiştekî bingehîne.”

Liser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîhan Xidir jî di serîde dewreya perwerdeyê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan pîroz kir. Rîhan var;” Dema dewreyek wisa ji ya ciwanên me ku perwerdeya xwe biqedîne, berpirsyartiya civaka xwe bigire ser xwe, ev hêz dide me. Xwedî derketina li keda şehîda li ser me hemûyan erke.”

Piştre ji aliyê rêveberiya Asayîşa Êzdîxanê ve wêneyê Şehîd Dijwar Feqîr (Merwan Bedel) ku di 7’ê Kanûna 2022’an di encama êrîşa MÎT û Dezgeha Parastinê a PDK’ê li Xanesorê Şehîd ketibû, diyarî dayîka wî hate kirin.

Piştî sondxwarinê endamên asayîşê tevî gelê ku di merasîmê de amadebûbûn govend gerandin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button