Barzanî dixwaze ketina helîkopterê were lêkolînkirin, lê nahêle çekên kîmyawî bên lêkolînkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê ketina helîkoptera ku 9 şervanên QSD’ê têde şehîd bûn got; “Em bi Hevpeymaniya Navdewletî û hikumeta federal a Iraqê re dixebitin ku vê bûyerê lêkolîn bikin û bizanin ka çima ev helîkopter bêyî destûr li ser van herêman difirin.” Barzaniyê ku ev tişt dibêje, nahêle bikaranîna çekên kîmyawî ya dijî gerîlayên azadiyê bi ti awayî were lêkolînkirin.

Di 15ʹê Adara 2023ʹyan de, dema ku ji Yekîneyên Antîteror (YAT) hêzek diçû bajarê Silêmaniyê, du helîkopterên ku wan vediguhstin ji ber rewşa hewayî ya nebaş qeza kirin. QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama qezayê de 9 şervanên wan ku di nav de fermandarê YATʹê Şervan Kobanê jî hebû şehîd bûn. Tevî nasname hatine eşkerekirin, lê hê jî PDK’ê cenazeyên şervanên QSD’ê nedaye.

Li şûna peyama sersaxiyê…

Ji her cihî peyamên sersaxiyê ji bo QSD’ê hatin weşandin, lê li şûna peyamek sersaxiyê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xwest bûyer were lêkolînkirin. Mesrûr Barzanî di merasîmek cejna Newrozê de axivî û behsa ketina helîkopterê kir.

Barzanî var; “Ew helîkopter ji aliyê komek di nava YNK’ê de hatine kirîn, lê em nizanin çawa gihiştine destê HSD’ê. Em nizanin ji bo çi ew li wir bûn û ji ber çi ketine xwarê, hinek nezelalî hene, lewma pêwîstiya vê yekê bi lêkolînên zêdetir heye. Lêkolîn hatine destpêkirin da ku were zanîn ew helîkopter çi ne û çima li wir bûne.”

Mesrûr Barzanî di dewamê de behsa ketina helîkoptera duyem jî dike û wiha dibêje; “Rojek piştî ketina helîkopterê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk daxuyaniyek da û ragihand ku ew helîkopter û hemû kesên tê de bûn yên wan in. Dezgehên me yên ewlehî û îstixbaratê tenê ketina helîkopterekê piştrast kirine, hîn jî ketina helîkoptera duyemîn jî piştrast nekirin. Em vê yekê red nakin, lê heta niha ev agahî li ber destê me nînin.”

Barzanî dixwaze alıcı lêkolînkirin oldu

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê ku bi salane nahêle çekên kîmyawî yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî gerîlayên azadiyê û xelkê sivîl yê Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn, were lêkolînkirin, xwest ketina helîkopterê were lêkolînkirin. Barzanî var; “Em bi Hevpeymaniya Navdewletî û hikumeta federal a Iraqê re dixebitin ku vê bûyerê bêhtir lêkolîn bikin û bizanin ka çima ev helîkopter bêyî destûr li ser van herêman difirin. Gelek tişt hene ku divê bên eşkerekirin. Hêvî dikim ku em bikaribin bersiveke zelal ji bo gelê xwe bidest bixin.”

Mesrûr Barzanî behsa bêyî destûrê dike, bi vî awayî jî îtiraf dike ku rojane balafirên deweta Tirk a dagirker bi destûra PDK’ê derbasî Başûrê Kurdistanê dibin û dijî xelkê sivîl û gerîlayên azadiyê kîmya bikartîne.

Çekên kîmyawî

Ji 14’ê Nîsana sala 2022’yan ve di êrişên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna tên pêkanîn de çekên kîmyawî tên bikaranîn. Dewleta Tirk a dagirker di vê demê de sudek mezin ji hevkariya PDK’ê wergirtiye. Her wiha ji roja êriş destpêkirî û vir ve bi hezaran caran bombeyên qedexekirî û çekên kîmyawî hatine bikaranîn.

PDK’ dixwaze helîkopterê lêkolîn bike, nahêle çekên kîmyawî werin lêkolînkirin

Li gel berdewamkirina êrişan, PDK rê nade şandeyên biyanî serdana herêmê bike û bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bike.

PDK’ê rê li maskeyan jî girt!

Di 17’ê Nîsana 2022’yan de PDK’ê bi xwe ragihand ku dest danîne li ser hezar û 200 maskeyên ji bo gerîlayên azadiyê diçûn. Li dijî vê kiryara PDK’ê gelek kesan nerazîbûn nîşan dan û wek xiyanetek din a PDK’ê bi nav kirin ku rê nadin maskeyên li dijî çekên kimyawî bigihin destê gerîla.

Heyeta Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) ya ku Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken pêk dihat, di sala 2022’yan de dixwest biçe herêmên çekên kîmyawî lêhatine bikaranîn lêkolîn bikin, lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) rê neda heyet derbasî Herêmên Parastina Medyayê bibe.

Şandeyê wê demê serdana Amêdiyê kir û hewl da ku xwe bigihîne gundê Hirur û Kanî Masiyê, lê Qaymeqamê Amêdiyê destûr neda biçe li wan qadan bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin û li ser raporê amade bike.

Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî (IPPNW) derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya ji aliyê dewleta Tirk ve raporek amadekiribû. Di raporê de hatibû gotin; “Delîl hatin bidestxistin, bila lêpirsîn were destpêkirin.”

Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên li Dijî Şerê Atomê / Bijîşkên Xwedî Berpirsyariya Civakî (IPPNW) diyar kir ji bo were tespîtkirin artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, divê lêpirsîneke serbixwe were destpêkirin.

Dr. Josef Savary û Dr. Jan van Aken li ser navê IPPNW Swîsreyê raporek nivîsandin û diyar kirin Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar diyar kiriye ku wan di dema operasyonên li dijî PKK’ê de gaza rondikrêj bi kar anîne û got; “Ev tê wateya binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî û divê civaka navneteweyî vê rewşê bişopîne.”

Li gorî gotina kesên li gundê Hirûrê ji bikaranîna çekên kîmyawî bandor bûne, bi fermana PDK’ê li nexweşxaneyan raporên bijîşkan qala bikaranîna çekên kîmyawî nake û weke nexweşiyek din didin diyarkirin.

Di dema borî de hinek rêxistin û şandeyên din yên welatên din ên cîhanê jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û xwestine bikaranîna çekên kîmyawî lêkolîn bikin, lê dîsan PDK’ê rê nedaye.

Banga lêkolînê

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di daxuyaniyek xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kiribû ku ji bo lêkolînkirina çekên kîmyawî tîmên lêkolînê bişînin herêmên ku dewleta Tirk lê çekên kîmyawî lê bikar aniye û encamên lêkîlînên xwe ji raya giştî re eşkere bikin.

Rojnamevanê navdar ê Inglîz Steve Sweeney di 17’ê Cotmeha 2022’yan de diyarkir, li gorî lêkolînên ku wî di dema serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê kirin de, derket holê ku ew gihişt gelek belgeyan ku dewleta Tirk çekên kimyayî bikaraniye. Sweeney da zanîn bandora van çekan a li ser xweza û laşê mirovan belgeyên cidî yên bikaranîna çekên kimyawî ne.

101 gerîla

Li gorî daneyên li ber destê me di sala 2021’yan de 46 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyawî şehîd bûne. Herwiha ji sala 2022’yan heya niha jî 55 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyawî ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine bikaranîn, şehîd bûn. Yanî bi giştî ji sala 2021’an heya niha ku bi awayek berçav dewleta Tirk çekên kîmyawî bikartîne, 101 gerîlayên azadiyê bi wan çekan gihiştine şehadetê.

Heya duh jî HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker dijî çeperên berxwedanê yên gerîlayan, çekên qedexekirî bikaraniye. Tevî hemû belgeyan û bangên navnetewî, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku dibêje, divê ketina helîkopterê were lêkolînkirin, nahêle çekên kîmyawî yên dijî gelê Kurd tên bikaranîn, were lêkolînkirin.

Show More
Back to top button